"Divê Civaka Navneteweyî bi wefadarî bi erka ya mirovî û exlaqî rabe"

Rûspiyên eşîrên navçeya Tirbespiyê daxwaz ji civaka navneteweyî kirin ku bi wefadarî bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabe û wiha gotin: “Em ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk piştgiriya QSD`ê bikin.”

Rûspiyên eşîran û nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê desteka xwe ji QSD`ê re, di parastina xwe ya rewa ji gelê Sûriyê re dijî dagirkeriya Tirkiyê, nîşan didin. Her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk sedemê sereke yê aloziya Sûriyê ye û desteka terorê dike. Rûspiyan bang li civaka navneteweyî kirin ku sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê û dagirkirina wê ji xaka Sûriyê re deyîne.

Rûspiyên pêkhateyên Tirbespiyê li buroya MSD`ê ya li navçeya Tirbespiyê, civînek derbarê êrîşên Tirkiyê lidar xistin. Rûspiyan di civînê de daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê rûspiyekî eşîra El-Cewalê El-Erebiyê Ebdilrehman El-Reşîd ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dagirkeriya Tirkiyê careke din êrîşên xwe ser xaka Sûriyê pêk anî, ew yek piştî binketina projeyên xwe bi saya lehengiya şêniyên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Li pêşiya her kesî xuya ye, ku dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan tu rêyên dewletî û siyasî bernade û dike, da ku xaka Sûriyê dagir bike, bi destpêkirina aloziya Sûriyê, dest bi desteka opozisyona Sûriyê ya çekdar û komên radîkal kir û ew wek amûran dijî gelê Sûriyê bikar anîn.

Em banga yekbûnê li nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û desteka QSD`ê dikin, her wiha em ji civaka navneteweyî dixwazin ku bi wefadarî bi erkên xwe yê exlaqî û mirovî rabe."

(jo)

ANHA


Mijarên Din