‘Divê civaka navneteweyî komkujiya Şengalê şermezar bike û revandiyan rizgar bike’

Mala Êzidiyan û Yekitiya Jinên Êzidî yên Heleb û Şehbayê komkujiya Şengalê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku komkujiya ku hebûna gelan hedef digire, şermezar bikin û ji bo rizgarkirina revandiyan bixebitin.

HELEB

Endama Mala Êzidiyan Ceylan Misto bi beşdariya malbatên êzidî û nûnerên TEV-DEM’ê li pêş navenda Mala Êzidiyan a Helebê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di salvegera 6’an a komkujiya Şengalê de ku rêxistina terorîst a DAIŞ’ê pêk aniye, ziman û fikra mirovahiyê li ser angaştina wê ji qetilkirin, revandina jinan û firotina wê û leşkerkirina zarokan lal dibe.

Piştî agahiyên li ser êrişa rêxistina DAIŞ’ê, hêzên pêşmerge ji herêmê bêyî parastinê revîn, êzidî bi tenê li hember çarenûsa wan hiştin. Ne ji destwerdna YPJ û YPG’ê bûya û korîdor nehata vekirin dê êzidî bihatana qirkirin.

Bi hedefa qirkirina êzidiyan ku nûnertiya dîroka gelên herêmê dike, bi taybet hebûna gelê Kurd, ev ne komkujiya yekemîn ku civaka êzidî tê re derbas dibe, heta 72 ferman ji bilî yên nehatine belgekirin hatine belgekirin. Tevahî ferman jî bi destê dewleta Osmanî bûn. Ev fermana dawîn jî bi destê DAIŞ’ê û bi piştevaniya Osmaniyên Nû bû ku hewl dide hebûna gelên resen ji herêmê qir bike û guhartina demografî çêke.

Ev komkujiya ku heta beriya 3’yê Tebaxa 2014’an dest pê kiriye, hê jî heta niha li Efrîn, Serêkaniyê û herêmên dîtir ên dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, berdewam e.

Em vê komkujî û bêdengiya navneteweyî li hemberê şermezar dikin, her wiha bang li civaka navneteweyî û tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku vê komkujiya ku hebûna dîrokî ya gelê resen li herêmê hedef digire, şermezar bikin, sûcê qirkirina li dijî êzidî wek ol û gel bi nav bikin, her wiha ji bo vegera koçberan û rizgarkirina revandiyên jin bixebitin.”

ŞEHBA

Yekitiya Jinên Êzidî bi beşdariya endamên Kongreya Star a kantona Efrînê û Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê daxuyaniya şermezarkirina komkujiyê li pêş Hola Serdemê da, daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla endama Yekitiya Jinên Êzidî Orîvan Menan û bi zimanê erebî hevseroka Meclisa kantona Şehbayê Wefa Husên ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"6 sal di ser komkujiya Şengalê ya bi destê DAIŞ’ê re derbas bûn. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de piştî herêma Kurdistanê Şengal firot xîlafeta DAIŞ’ê û hêzên xwe jê vekişandin, êriş li ser Şengalê çêbû.

Di dîrokê de li dijî gelê Êzidî gelek hemleyên qirkirinê pêk hatine, di Fermana 74’an de DAIŞ’ê êrişeke hovane li dijî Şengal û gundên wê pêk anî, di encamê de kal, jin û zarok ser jê kirin, cihên pîroz û olî wêran kirin, bi deh hezaran sivîl koçber kirin, bi hezaran jinên êzidî girtin û firotin. Gelek îşkence li dijî jinên êzidî pêk anîn.

Piştî têkbirina DAIŞ’ê bi awayekî eşkere Erdogan derket û tişa ku DAIŞ’ê nikarî bikira kir. Vî dîktatorî siyaseteke qirêj li xaka zeytûnê Efrînê pêk anî, şênî qetil kir, koçber kir û û tecawî kir. Her wiha şûnwarên Efrînê yên dîrokî wêran kirin û dizî. Siyaseta tirkkirinê li Efrînê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşand. Her wiha rojane êrişî şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dike.

Em wek Yekitiya Jinên Êzidî, Kongreya Star û Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê bi tevahî etnîk û pêkhateyên xwe komkujiyê û bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan şermezar dikin. Her wiha bang li wan dikin ku bi erkên xwe rabin û dîktaroran lêpirsîn bikin. Her wiha bêdengiya hikumeta Iraq û herêma Kurdistanê li hember van sûcên li dijî gelê me yên li Başûrê Kurdistanê şermezar dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana Şengalê û jinan bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din