‘Divê ciwan xwe birêxistin bikin’

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide vîna jinan bişkîne û wiha gotin: “Di çarçoveya parastina rewa de pêwîstiya vê qonaxê bi xwebirêxistinê heye. Ji ber vê yekê em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Dagirker bi taybet jî êrişî jinan dikin. Li gel êrişan dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku dagirkiriye yên wek Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê jî sûcên dermirovî dike.

Têkildarî sûcên Tirkiye pêk tîne bi sedan dosya çûn ber destên aliyên peywendîdar ên parastina mafên mirovan dikin. Lê dîsa jî tu guhatin û helwest derneketin holê.

Li aliyekî din jî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî sûcên Tirkiyê dengê xwe bilind dikin û isbat dikin ku armanca dagirkeriya Tirk ji van êrişan şikandina îradeya gelên herêmê ye, nexasim îradeya ciwanan û jinan e.

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên li bajarê Hesekê diyar kirin ku kîjan dewlet dibe bila bibe dema dixwaze herêmekê dagirkir bike, di êrişên xwe de jin û ciwanan dikin armanc.

'EM Ê ÇALAKIYÊN XWE BERDEWAM BIKIN Û DIVÊ HEMÛ CIWAN XWE BI RÊXISTIN BIKIN'

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Jînda Elî got: “Bila Erdogan û çeteyên wê bizanibin ku çiqasî êrişên xwe li dijî herêmên me zêde bikin, dê vîna me xurttir bibe. Ji ber ku em şopdarên rêya şehîdan in. Em ê çalakiyên xwe bidomînin û armancên şehîdan mîsoger bikin.”

Artêşa Tirk bi êrişên ên li dijî herêmê hewl dide yekîtiya di nava gelên herêmê de jihev bixe. Ji ber gelê herêmê yekitiya xwe ava kirine, dewleta Tirk dixwaze vîna gelan bişkîne û qels bike.

Jînda Elî got: “Di vê qonaxa hesas de divê ciwan di çarçoveya parastina rewa de xwe bi rêxistin bikin û li dijî çetayan û dagirkeriyê bisekinin. Em bang li pêkhateyên herêmê dikin ku yekîtiya xwe ava bikin.”

Ciwanên Rojava di rêziknameya xwe de gelek biryar standine ji wan; şopandina rêya şehîdan e û xwe wekî piştevanên YPJ`ê û QSD`ê bi nav dikin.

'EM Ê LI GEL HÊZÊN XWE YÊN LEŞKERÎ BIN’

Endama bi navê Semer Xelîl careke din soza şopandina rêya şehîdan nû kir û da zanî ku ew ê destekê bidin hêzên xwe yên leşkerî.

Semer got: “Divê jinên ciwan di hemû qadan de xwe pêş bixînin.”

Her wiha ciwana bi navê Besma Mihemed jî axivî û got:"Em ê li hemberî sûcên artêşa Tirk bêdeng neminin. Êrişên dewleta Tirk hêz û vîna me xurtir dikin. Ji ber vê yekê em amedene ku li dijî êrişan rawestin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din