‘Divê CPT tecrîda li dijî Ocalan bi dawî bike’

Siyasetmedar û rewşebînan diyar kir ku berpirsa tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan Komîteya Têkoşîna li dijî Tundî û Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ye û bang li CPT’yê kir ku li ser bidawîkirina tecrîdê bisekinin.

CPT’yê hefteya borî raporek li ser encama serdana dawîn a bi rêber Abdullah Ocalan ê li girtîgeha Îmraliyê re derxist. Di raporê de gelek agahiyên li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên derqanûnî hatin eşkerekirin.

 Têkildarî vê yekê, siyasetmedar û rewşenbîran diyar kir ku pêwîst e CPT erkên xwe yê ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan, pêk bîne.

Girêdayî mijarê, çalakvanê siyasî Welîd Bekir wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd ji xewê hişyar kir. Di dîrokê de civak kesayetan diwelidîne, dibin rêber û civaka xwe ber bi azadiyê ve dibin. Rêber Ocalan ji nava civakê derket û îro bûye rêber ku banga azadî û demokratiyê dike. Her wiha di demekê de ku gelê Kurd di siyasetên şerê taybet ên dewletên dijber de ketibû çiravekê, Ocalan derket û gel ji xewê şiyar kir û rêya azadiyê nexşe kir."

Bekir diyar kir ku piştî girtinê, Rêbertî radestî tu dewletên ku komplo pêk anîne nebû û wiha pêde çû: “Bi wê re hêz, israr û girêdana Rêbertî ya  bi fikra xwe re ku rêya azadiyê ji gelê xwe re ronî bike, ji me re eşkere bû."

Der barê tecrubeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Welîd Bekir wiha got: "Metoda neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bingeha fikra Rêber Abdullah Ocalan e. Her wiha hevgirtina gel û jiyana bi hev re bû sedema aramî û ewlehiya li herêmê. Gelek alî û dewlet hene ku hewl didin şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin, gel têxin rewşeke krîzê û nerêxistinbûyê. Lê belê heke ev pergal bi serket û li tevahî Sûriyê belav bû, bê gûman dê bi xwe re dawiya vê aloziyê bîne, Sûriyê ber bi Sûriyeke demokratîk a nenavendî ve bibe."

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Efrînê Cuma Wilo wiha da zanîn: "Komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan li dijî gelên azadîxwaz bû. Ji lew re bi hedefgirtina Rêbertî re gelên serhildêr hatin hedefgirtin. Bi wê re divê tevgerên demokratîk û tevahî kesên banga demokratiyê dikin ku bi erkên xwe li hember azadiya Rêbertî rabin."

Wilo bang li gelên Rojhilata Navîn kir li dora projeya neteweya demokratîk bicivin û wiha got: "Heke gelên Sûriyê û Rojhilata Navîn li dorî projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bicivin dê ji tevahî aloziyên binakok ên li gelek dewletan rizgar bibin."

Wilo destnîşan kir ku berpirsê tecrîda li Îmraliyê CPT ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Divê CPT bi erkên xwe rabe û ji bo azadiya Ocalan xebatê bike.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din