‘Divê derbarê sûcên dagirkeriya Tirk de lêprisîn were destpêkirin‘

Komîteya belgekirina sûcên qirkirinên komî yên li dijî gelên Kurd destnîşan kir ku divê rêxistinên navdewltî destwerdanê bikin û der barê sûcên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd pêk tê dest bi lêpirsînê bikin.

Komîteya belgekirina sûcên qirkirina komî li dijî gelê Kurd der barê binpêkirin û sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navdewletî yên peywenîdar hat kirin ku destwerdanê bikin û der barê sûcên şer ên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin, dest bi lêpirsînê bike.

Her wiha hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi kiryarên xwe zagonên û pîvanên navdewletî binpê dike û got ew bi gerên meydanî li Başûrê Kurdistanê rabûn û lîsteyk bi dozên di aliyê qanûnî de amade kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Em weke komîteya belgekirina sûcên qirkirina komî yên li dijî gelê Kurd, alîkarî û destekê ji rêxistin, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, çalakvanên mafên mirovan ên ji hemû pêkhate û gelên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji (Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Çerkes û Ermen) dixwazin da ku em bang li dadgehên navdewletî yên têkildarî sûcên şer, qirkirina komî, Meclisa Ewlehiya Navdewletî, Desteya NY`yê, komîteya qedexekirina çekên kîmyawî û biyolojîk, rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî bikin ku destwerdanê bikin û der barê sûcên qirkirina komî, qirkirina etnîk, dagirkirina xakê, diziya mal û milkan û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirinên komên terorîst û çeteyan dest bi lêpirsîne bike û divê li gorî zagonan werin darizandin.

Ev hemû zêdegavî li dijî qanûn û pîvanên navdewletî ne. Bûyerên ji 9‘ê Cotmehê ve heta vê kêliyê li bajêr û gundên Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temir û gundên Qamişlo rû didin sûc in, divê der barê wê de komîteyek lêpirsînê were avakirin. Tirkiyê û çeteyên wê hîna di heman astê de pîvan û qanûnên navdewletî û exlaqî binpê dike, gihişt asta ku çekên qedexekirî li dijî pêkhateyên gelên me (Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Çerkes û Ermen) bi kar bîne û zêdeyî 300 sivîl di nav de zarok bi van çekan kirin hedef.

Li ser vê yekê divê dadgehên navdewletî hemû, sazî û rêxistinên peywenîdar û di serî de rêxistina qedexkirina çekên kîmyawî û biyolojî hewlestên xwe diyar bikin û der barê rastiyê de lêkolîn bikin.

Bêdengiya civaka navdewletî ya der barê erkên xwe yên li hemberî binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê de dihêle ku dewleta Tirk binpkirina zagonên navdewletî de û bikaranîna çekên qedexekir bidomîne. Di heman demê de bêdengiya navdewletî dihêle ku cîhan ji pîvanên wekhevî, maf û berpirsiyariyê vala bibe. Ev yek ji bo dewleta Tirk destek û piştgirî ye da ku siyasetên xwe yên derqanûnî bi hêsanî derbas bike. Gelek rewş hene û tekez dike ku dewleta Tirk çekên qedexekirî bikar anîye.

Em komîteya belgekirina sûcên qirkirina komî yên li dijî gelê Kurd em erka belgekirina sûcên li djiî pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtiye ser xwe. Bi rêya gerên meydanî û serdana ji kesên ji ber bikarîna çekên qedexekirî zerar dîtîne çi di kapmên li parêzgehên Başûrê Kurdistanê bin  çi jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê were dê sûcên dagirkeriyê werin belgekirin. Piştre her kesên ji niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Kurd, Ereb, Suryan, Asur Çerkes û Ermen) yên berê sûcên şerê û komkujî, bikaranîna çekên qedexekirî li dijî sivîlan ziyan dîtine dê belgeyê îmze bikin.

Piştî komkirina îmzeyan em ê lîsteya gilînameyên ji aliyê kesên zerar dîtine hatiye îmzekirin dê bi wêne, dîmen û dengên qeydkirî û belgekirî ji dadgeha cînayetên navdewletî, dadgeha mafên mirovan a Ewropî û hemû rêxistinên navdewletî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo pêkanîna sûcên hovane,  pêşkêş bikin da ku werin dadgehkirin û cezayên xwe li gorî zagon û pîvanên navdewletî bistînin."

(bx/eh)

 ANHA


Mijarên Din