‘Divê di sala pêş de şaşiyên îsal ên nexweşiya zengê dubare nebin’

Zêdebûna barana îsal û dermannekirina erdên çandiniyê, bû sedem ku nexweşiya zengê di nav erdên avî de û bi taybet genim ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de balav bibe.

Ji ber sedema zêdebûna baranan ku îsal bandoreke mezin li erdên çandiniya genim ên avî kir û nexweşiya zengê di nav çandiniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûye.

Nexweşiya zengê ya ku bi sedema zêdebûna barana îsal, bandoreke mezin li çandiniyê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ji ber ku cotkaran tedbîr ji bo çandiniya xwe negirtin û dermanê wê nexweşiyê di nav tov de nereşandin.

Di meha Kanûnê de cotkarên xwedî erd, dest bi çandiniya genim kir. Her wiha cotkarên ku erdên xwe avî ne, 3 caran genimê xwe av dan, lê piştî barana zêde, bandoreke mezin li çandiniyê û bi taybet erdên avî bû.

Li hin deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piraniya şêniyên wê xebata çandiniyê dikin û erdên wan avî ne, ji bo wê jî kesên ku erdên xwe îsal genim tê de çandiye, nerazîbûna xwe ji ber nexweşiya zengê ya bi sedema barana zêde li genim belav bûye, nîşan didin.

Li gorî endezyarê çandiniyê Farûq Hec Tariq ku ev nexweşî yek ji sedema zêdebûna barana îsal e, ya din jî neparastina genim ji nexweşiyan e ku tu derman cotkaran bi kar neaniye. Ew jî dibe sedema belavbûna nexweşiya zengê.

Hec Tariq bal kişand ser girîngiya reşandina dermanan di nav erdên çandî yên avî de û bi taybet genim, ji bo wê pêwîst e amadekarî ji sala pêş re were kirin û dermanê ‘karon’ û ‘etraba’ li nav genim werin belavkirin da ku çandiniyê biparêze.

Cotkarê bi navê Ehmed El-Mihemed derdora 20 donim (2 şimbil) genim di erdê xwe de çandiye. Ehmed ku zerar ji nexweşiya zengê dîtiye wiha got: "Tevî me îsal hewl da ku mewsima çandiniyê baş derkeve, lê mixabin zêdebûna baranan bandor li erdên me kiriye û em bi hêvî ne di sala pêş de em bi awayekî baştir sûdê ji erdên xwe wergirin."

 ANHA 


Mijarên Din