‘Divê doza DAIŞ’ê neyê firotin’

Mêvanên ku beşdarî komxebata têkildarî doza DAIŞ’ê bûn axivîn û gotin: “Bê nîqaş divê rolê gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di darizandina çeteyên DAIŞ’ê de hebe. Em hêvî dikin ku ev çete werin darizandin û divê doza DAIŞ’ê di nava dewletan de neyê firotin.”

Komxebata navnetewî ya ku cara yekem li cîhanê têkildarî DAIŞ’ê tê lidar xistin. Mêhvanên beşdarî komxebatê bûne, axivîn.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Berîvan Xalit di komxebatê axivî. Bêrîvan Xalid got: “Lidarxistina komxebatek di demek wiha dîrokî de helbet wê  encam û wateyên gelek girîng bi xwe re bîne. Têkoşîn û berxwedana li ser vê axê têkoşînek bêhempa bû. Cîhan giştî wê deyndarê Bakur û Rojhilarê Sûriyê be. Gelê herêmê bi hezaran şehîd û birîndar dan.”

‘Divê cîhan bi erkê xwe rabe’

Bêrîvan Xalid diyar kir ku DAIŞ li herêmê têkçû, lê hin jî bajarên me di bin dagirkeriyê de ne û wiha pê de çû: “Hêz û vîna vî gelî hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyan şer kirin. Divê cîhan bi erkên xwe rabe û li dijî hişmendiya DAIŞ têbikoşê. Di berxwedana herêmê de herî zêde rola YPJ derket holê. Em ê deyindarê berxwedana YPJ, YPG û hemû şehîdên xwe bin. Ya ku li vir pêşengtiyê dike jinin. Em jî wekî jin û Rêveberiya Xweser sîstema xwe bikin mînak ji cîhanê re.”

Bêrîvan Xalid bal kişand ser cihê ku çeteyên DAIŞ’ê lê werin darizandin û wiha axivî: “Mafê gelê me ye ku çeteyên DAIŞ’ê darizînin. Ev  jî daxwaza me ya sereke ye. Em bi hêvîne stratejiyêk nû ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê were danîn.”

‘Bê nîqaş divê rola gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  di dadgehkirina DAIŞ’ê de hebe’

Hevserokê Meclîsa Rêveber ê Rêveberiya Xweser ê Herêma Firatê Enwer Muslim jî got: “Gelê Bakur û Rojhiatê Sûriyê li dijî kiryarên DAIŞ’ê biryara têkoşînê bi hevre dan. DAIŞ’ê dixwest tevahî mirovahiyê têk bibe. Welatê ku herî zêde berdel da jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. DAIŞ’ê bi sedan komkujî li herêmê pêk anî. Ragihandina têkçûna DAIŞ’ê serkeftinek herî mezin bû. Divê ev çete  li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin û hesab ji wan bên xwestin. Divê bê nîqaş rola gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  di dadgehkirina DAIŞ’ê de hebe. Di dadgehkirina çeteyan de divê hemû cîhan bi erkên xwe rabin û dadgehkirina çeteyan de bibîryar bin.”

‘Divê doza DAIŞ’ê di nav dewletan de neyê firotin’

Hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweser ê Şengalê Hisen Hecî name û silavên gelê Şengalê ji çiyayên komkujiyan ragihand û got: “Divê sazî û rêxistinên mafê mirovan giringiyê bide doza Êzidiyan û gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Divê hemû sazî bi erkên xwe rabin da ku mafê mirovan bê parastin. 5 sal di ser komkujiya Şengalê re derbas bûn. Ji bilî hêza Rêveberiya Xweser ti alîkarî ji gelê Şengalê re nehat. Çima dewleta Iraqê komkujiya Ezîdiyan paşguh dike. Heya niha kirîn û firotin, bazarên partiyan li ser wan pêkhateyan hene. Civaka navnetewî divê biryarên xwe li ser axê jî pêk bîne. Ka wicdanên mirovahiyê ku dibêjin em mirovahiyê diparêzin. Ev tenê bi gotinan hene lê li ser erde ti rûyên wan xûya nake. Em hevî dikin dadgehek navnetewî li Rojava bê avakirin. Divê doza DAIŞ’ê di nav dewletan de neye firotin. Kesên ku di têkbirina DAIŞ’ê de berdêl dan, divê rola wan di dadgehkirina çeteyan de sereke be.”

ANHA


Mijarên Din