‘Divê em bi yekîtiya xwe li hember dagirkeriya Tirk bisekinin’

Rûpsiyê eşîra El-Miraşdê ya bejahiya rojhilatê Dêrazorê Esed Minadî  got: “Divê em wekî gelên Sûriyê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî li doza we derkevin. Yekîtiya xwe ava bikin.Bi wî awayî em ê li dijî artêşa Tirk bisekinin.”

Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Armanca vê yekê jî berfirehkirina cografiya dagirkeriyê û herêmê veguherîne herêmêmeke terorîstane.

Di encama êrişên artêşa Tirk ên 9’ê Cotmehê de zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûn û herêmên Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Di heman demê de bi sedan sivîl bûn qurban û parçeyên canê xwe wenda kirin.Tê zanîn ku koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî li kampan dimînin, lewma Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkariya koçber dikin. Lê belê rêxistinên mirovî rewşa kampan paşguh kirine û alîkariya koçberan nakin.

Di vê çarçoveyê de ajansa me hevdîtin bi rûpsiyê eşîra Miraşdê Esed Minadî yê ji herêma Sûsa ya bejahiya rojhilatê Dêrazorê çêkir.Minadî piştrast kir ku ew dagirkeriya Tirkiyê bi hemû awayan red dikin û got: “Dewletên cîhanê yên bandora xwe li rewşa Sûriyê dikin destên wan di sûcên Erdogan û çete pêk tînin heye.”

Menadî diyar kir ku armaca dewleta Tirk têkbirina gelên Sûriyê û desteserkirina xêr û bêrên wê ye, her wiha hewl dide ku hin dewletên cîhanê tehrîk bike û rewşa aborî û hundirîn ya van dewletan jî bike wekî rewşa welatê xwe. 

Mendadî bal kişandin ser ku dewleta Tirk îdîa dike ew ê herêma"ewle"ava bike lê belê divê destpêkê Lîwaa Iskenderon ji gelên Sûriyê re vegerîne ji ber ew ê dagirkiriye û Lîwaa bi xêr û bêra xwe tê naskirin û bi vegera wê isbata parastina mafên gelên Sûriyê di xaka xwe de dike.

Menadî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her kes dizane ku dema dewleta Osmanî ji xaka Sûriyê vekişiya, xêr û bêra Sûriyê talan kir. Di ecnamê de aloziyek li herêmê çêkir û gelê Sûriyê zor û zehmetî dîtin. Ji ber vê yekê em wekî eşîra Miraşdê siyaseta Erdogan û partiya wî her wiha yên dewletên destkeftiyên me wêran dikin, red dikin.”

El-Mendî di nava axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hevgirtinê û wiha pê de çû: “Divê em wekî gelên Sûriyê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî li doza we derkevin û yekîtiya xwe ava bikin.Bi wî awayî em ê li dijî artêşa Tirk bisekinin.”

Di dawiyê de rûspiyê eşîra El-Miraşdê ya herêma Sûsa ya bejahiya Dêrazorê Esed El-Menadî wiha got: “Divê gelên Sûriyê yekîtiya xwe ava bikin û li dijî dagirkeriyê yek rêz binin. Ji ber gelên Sûriyê guhdanê bi yekîtiya gelan dikin û divê em ji dil û can yekîtiya xwe ava bikin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din