'Divê em fikir û felsefeya rêber Ocalan belav bikin'

Seroka Desteya Jinan a Herêma Firatê diyar kir ku divê bawerî bi rêxistinên navneteweyî ku aliyekî komploya li dijî rêber Ocalan bûn, neyê kirin û got “Rêbaza herî baş ji bo şikandina tecrîdê, belavkirina fikrên rêber Ocalan e.”

Rêber Abdullah Ocalan di analîzên xwe de dibêje: "Rizgarî û pêşketin taybetmendiyên herî girîng ên gihaştina azadiya gelan û bi taybet azadiya jinan in. Divê jin têgehên huner û jiyana xweser di akademiyan de bi bêş bixin. Azadî jî ji nan û avê bi nirxtir e, baweriya min heye ku hûn ê azadiya jinan li Rojhilata Navîn pêk bînin û bi hatina biharê re wekî rojê geş derkevin.”

Seroka Desteya Jinan a Herêma Firatê Firyaz Berkel diyar kir ku jinan bi saya felsefeya rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn û bi taybet li Rojava gavên taybet û cuda avêtin û got: “Jinan karî zêdetir nêzî azadiya xwe bibin, ew yek bi saya fikrên rêber Ocalan bû.”

Firyaz wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dema ku rêber Ocalan got azadî ji av û nan bi nirxtir e, mebesta wî ew bû ku jin li xwe û rêya rizgariya ji koletiya zêdetirî 5 hezar sal, bigere û li dîroka xwe ya beriya naskirina felsefeya rêber Ocalan û piştî wê vegere û binirxîne."

Firyaz diyar kir ku jina ku berê di civakê de bi çavekî piçûk dihat dîtin, niha di şerên li dijî herêmên wan de artêşan bi rê ve dibe, her wiha di saziyên Rêveberiya Xweser de ew û mêr bi hev re dixebitin.

Firyaz got ji ber ku rêber Ocalan rêya rizgarkirina gelan ji koledariyê di azadiya  jinan de dît, girîngiyeke mezin da jinan û wiha dewam kir: “Ji ber ku jinên Rojhilata Navîn ji ber desthilata mêran gelek azar kişandin. Rêber Ocalan girîngî da jinan. Rêber Ocalan rêya şoreşa Rojava ji jinan re xêz kir.”

Firyaz Berkel got: "Rêber Ocalan îro ji bo me û ji bo gelên herêmê jiyana xwe di zindanê de feda kiriye. Rêbaza herî baş a şikandina vê tecrîdê ku em fikir û felsefeya rêber Ocalan li herêmên xwe belav bikin."

Seroka Desteya Jinan a herêma Firatê got: "Rêber Ocalan fîzîkî di zîndanê de ye, lê ramanên xwe azad in. Her çi qas hewl bidin li hember ramanên rêbertî bisekinin, dîsa jî bi ser nakevin. Ji ber ku kesê ku ji bo azadiya kesên din tê dikoşe, dê tu kes nikaribe li hemberî wî bisekine."

(dx)

ANHA


Mijarên Din