‘Divê em nebin sedem ku vîrûs belav bibe’

Şaneya Krîzê ya kantona Şehbayê ji bo rêgirtina li pêşiya vîrûsa Koronayê komek ji sivîlên gundên kantonê erkdar kir da ku bendan deynin û nehêlin erebe û kesên biyanî derbasî herêmê bibin.

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên ji bo rêgirtina li ber belavbûna Koronavîrusê berdewam dikin.

Li kantona Şehbayê jî bi vê boneyê gelek tedbîr hatin girtin. Şaneya Krîzê ya kantona Şehbayê komek ji sivîlên gundên kantonê erkdar kir da ku bendan deynin û nehêlin erebe û kesên biyanî derbasî herêmê bibin.

Şêniyê bi navê Selah Abdullah ji kantona Efrînê ye û li navçeya Ehdasê ya Şehbayê dimîne, diyar kir ku ew naxwazin ev vîrûs li herêmên me belav bibe û got: “Ji ber vê yekê em ji saet 07:00 heta 20:00‘an bi hevkariya şêniyên gundê nobetê digirin."

Selah Abdullah bang li şêniyan kir ku ji malên xwe dernekevin.

Hemwelatiye bi navê Mihemed Emorî jî kesekî ku li ser bendeke navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê nobetê digre di derbarê tedbîr girtinê de bang li şêniyan kir ku li gorî biryarên hatine girtine tev bigerin û nebin sedem ku vîrus li herêmê belav bibe.

Şêniyê bi navê Mihemed Eco yê ji gundê Meret El- Mislimiyê, got: " Em şêniyên gund hişyar dikin ku dernekevin û serdanên xwe bihêlin ji demek din re. Divê em bi hev re bibin alîkar da ku xwe ji vîrusê biparêzin."

ANHA


Mijarên Din