‘Divê ENKS‘ê ji ajandeyên derve dûr bikeve’

Siyasetmedarê Kurd Şemsedîn Mele Îbrahîm got: “Di dema ku daxwazên lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê tên kirin de metirsiyên li dijî gelê Kurd zêdetir dibin. “Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê” jî ne xwedan biryar e û bi ejendeyên derve ve girêdayî ye. Daxwaza gel yekîtiye. Divê ENKS xwe ji ajandeyên derve dûr bike.”

Artêşa Tirk a dagirker her 4 parçeyên Kurdistanê dike armanc û gelê Kurd hedef digre. Ji ber vê yekê Kongreya Neteweyî yê Kuristanê gelek civîn bi armanca yekîtiya kurdî li dar xistin. Deng ji Kurdan û hin partiyên kurdî bilind bû, lê belê hêj hin partiyên kurdî ji lidarxistina kongreyên wiha direvin.

Di vê  mijarê de ajnasa me hevdîtin bi endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê kantona Hesekê Şemsedîn Mele Îbrahîm re çêkir. Şemisedîn di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Li hemû cîhanê partî ne xwedan helwestek in. Ji ber her partiyek ji bo armancên xwe hatiye avakirin. Lê dema xeterî li ser welat û gelên wan çêdibin yekîtî ava dibe û li pêşberî van xeteriyan yekîtiya partiyan tê avakirin.”

Şemisedîn destnîşan kir ku gelê Kurd hevgirtî ye û nîşana vê yekê jî derketina gelên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk û piştgiriya wan ji Berxwedana Rûmetê ya li Rojava ye. Şemisedîn axaftina xwe wiha domand: “Lê belê partiyên kurdî divê ji  ber berjewendiyên gelên xwe yek biryar bin. Ji ber di vê demê de xeteriya li dijî xaka Rojava zêde ye û artêşa Tirk domdar gefan li gel dixwe.”

Mele Îbrahîm diyar kir ku Erdogan îdîa dike ku divê hevpeymana Milî ne tenê li ser xaka Rojava, heman demê de heta Kerkûk û Mûsilê pêk bê û got: “Ji ber vê yekê daku em êrişên artêşa Tirk têk bibin, divê yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd misoger bibe.”

‘XETERÎ ZÊDE BÛYE Û HÊJ JÎ ENKS DIREVE’

Şemisedîn destnîşan kir ku dema DAIŞ têk çû, xeteriya li dijî herêmê zêdetir bû, nexasim dema dewleta Tirk gef li herêmê dixwarin û got: “Ji ber vê yekê divê yekîtiya kurdî çêbibe û tê zanîn ku Kongreyê Netewî yê Kurdistanî gelek civîn bi partiyên kurdî yên li Rojava ne re çêkir. Piraniya partiyan lidarixistina Kongreyê Neteweyî yê Kurdistanî erê kiriye. Lê belê ENKS`ê hêj jî ji lidarixistina kongreyê direve. Ji ber bi enjendiyên derve girêdayî ye ne xwedan biryar e.Tê zanîn ku ENKS bi opozîsyonê ve girêdayî ye û daxwazên wan heman daxwazên rejîma Sûriyê yên ji gelê Kurd e. Li gel ku opozîsyon biryarên xwe ji dewleta Tirk ku dijminê sereke ye gelê Kurd, werdigire.”

‘OPOZÎSYON DEMOGRAFIYA HERÊMÊ DIGUHERE’

Şemisedîn destnîşna kir ku Opozîsyona Niştimanî ya ku di nava Encumena Niştimanî ya Kurdî de ye, destên wan di dagirkirina Efrîn û koçberkirina şêniyan de heye û wiha axivî: “Ji ber vê yekê demografiya herêmê hate guhartin û beriya Efrîn dagir bibe Kurd ji sedî 90 bûn. Lê belê niha pir hindik şênî lê mane, niha jî Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirin û rewşa her du herêman jî wekî rewşa Efrînê ye.”

Mele Îbrahîm got: “Yekîtiya Kurdî bi derketina ENKS`ê ji opozîsyonê, dûrxistina ji ajandiyên derve û planên dewletan ên têkbirina yekîtiya kurdî dikine armanca, dê misoger bibe. Gelek partî dixwazin pêşmergeyên Rojava derbas bibin. Em rê didine wan lê divê di bin siya QSD`ê de li dijî êrişan şer bikin. Pêşmergeyên Rojava dixwazin li Rojava şer bikin û dîroka partiyên kurdî yên li Başûrê Kuristanê dubare bikin û nakokiyên heyî çareser bikin. Lê heta niha li herêmê 2 hikumet hene, hikumeta Silêmaniyê û hikumeta Hewlêrê û gelên hermê jî dubarekirina vê sînaryoyê red dikin.”

Di dawiya axaftina xwe de endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk ê kantona Hesekê Şemsedîn Mele Îbrahîm wiha anî ziman: “Daxwaza gelê Kurd, yekîtî ye û em dixwazin fîşarê li ser partiyên ku ji vê direvin bikin kû beşdarî lidarxistina kongreyê bibin. Li ser vî esasî em bang li partiyan dikin ku dûrî berjewendiyên xwe yên kesayetî bikevin û berjewendiyên gelê Kurd û yekîtiya kurdî bidine ber çavên xwe.”

(eh) 

ANHA

    


Mijarên Din