‘Divê gelê herêmê pêşî li hişmendiya DAIŞ’ê bigre’

Şêx êla El-Tirkman Esad El-Beşîr got: “Pêwîste gel bi hêzên ewlekariyê re bibin yek. Da ku rê nedin hindek şaneyên ku hewl didin ewlehiya herêmê xirab bikin. Divê rê li pêşiya vejandina fikrê DAIŞ`ê yê tundraw bigirin."

Şêx êla El-Tirkman Esad El-Beşîr diyar kir ku divê tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kiryarên şandeyên veşartî yên DAIŞ’ê hişyar û balder bin. El- Beşîr got: “Ev şane berjewendiyên ajandeyên derve pêk tînin û ewlehiya herêmê xirab dikin.”

 `Fikrê DAIŞ`ê fikrek tundrew e û dûrî Islamê ye`

El- Beşîr destnîşan kir ku divê gelên herêmê hişmendiya tundrew a ku DAIŞ`ê li dûv xwe hiştiye tune bikin û wiha axivî: “Ji ber ku fikrek terorîst e û dûrî Islamê ye. DAIŞ`ê bi hişmendiya xwe sivîl kuştin, tirs û xof di dilê wan de çandin".

El-Beşîr got: “Pêwîste gel bi hêzên ewlekariyê re bibin yek. Da ku rê nedin hindek şaneyên ku hewl didin ewlehiya herêmê xirab bikin. Divê rê li pêşiya vejandina fikrê DAIŞ`ê yê tundraw bigirin."

El-Beşîr bal kişand ser desteka ku Tirkiye bi çeteyan re dike û wiha axivî: “Êdî ji cîhanê re xuya bû ku alîkariyê mezin ê terorê dewleta Tirk e. Tirkiyê derbasbûna terorîstan a ji xaka Sûriyê re hêsan kir. Ev tişt kesên xwe radestî QSD`ê kirine jî eşkere kirin."

`Êlên herêmê dê awayên tunekirina şaneyên veşratî nîqaş bike`

Di berdewama gotinên xwe de El-Beşîr eşkere kir ku êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên lidarxistina komxebata rûspiyên êlan li Sûriyê dike. El- Beşîr got: “Da ku rewşên herêmê, awayên tunekirina şaneyên veşartî yên li herêmê û hişyarkirina civakê ji xeteriya wan nîqaş bikin."

El-Beşîr wiha pê de çû: "Êdî bes e ewqas wêrabûna ku komên terorîst bi Sûriyê kirine. Diviybû em karûbarên welatê xwe nîqaş bikin. Em hewl bidin aloziya ku derbasî sala xwe ya 8`an bûye çareser bikin."

Armanc şaneyên veşartî

El-Beşîr destnîşan kir ku armanc livandina şaneyên veşartî pêkanîna ajandeyên xwe yên derve ye. El- Beşîr wiha domand: “Yanî ji cîhanê re xuya bikin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ewle ne. Berovajî wê bi saya QSD`ê herêm ewle ye û gelên herêmê li ser rêgeza biratiya gelan û jiyana hevpar dijîn.”

El-Beşîr destnîşan kir ku dewletên parastina sînorên xwe îdia dikin (Tirkiyê) li ser hesabê herêmên din, dewletên êrîşker in û wiha berdewam kir: "Eger rewş cuda bûya dê ew dewlet sînorên xwe ji hundir ve biparêzin ne ku êrîşî dewletên cîran bikin mîna ku dewleta Tirkiyê îro dike."

El- Beşîr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Baweriya me bi ciwanên ku bi hêztirîn rêxistina terorê têk birin heye. Ew dikrain şaneyên veşartî yên ku ewlehiya herêmê xirab dikin jî tune bikin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din

Li Raî teqîn