‘Divê gel hesab ji kesên ku ji yekîtiya netewî direvin bixwazin‘

Hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm got: “Dewletên ku Kurdistan dagir kirine, bi  hemû rêbazan doza Kurd derbe bikin. Kesên ku ji yekîtiya netewî direvin nûnertiya gelê Kurd nakin, divê gel hesab ji wan kesan bixwaze."

Hevserokê Meclisa Gel a Herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm di derbarê yekîtiya Kurdan û giringiya yekîtiyê de ji ajansa me re axivî.

Ebdulrehîm di destpêka axaftina xwe de got: “Divê gelê Kurd, hemû siyasetmedar û welatparêzên Kurdistanê ji bo yekîtiya netewî bixebitin. Yekîtiya netewî rêya xelasiya ji hemû êriş û siyasetên înkarkirin û pişaftinê ye ku dewletên mêtînger li dijî gelê Kurd û doza ku pêk tînin."

Ebdulrehîm destnîşan kir ku dijminê gelê Kurd li her çar parçeyên Kuridstanê tevî nakokiyên wan ên dîrokî dema mijar dibe doza Kurdî, lihev dikin. Ebdulrehîm wiha domand: “Dewletên dagirker li ser tunekirina mafê gelê Kurd lihev kirine. Li ser vê yekê divê em li her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî van siyasetan asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin û yekîtiya netewî pêk bînin. Îro em bi hewcedarî yekîtiyê, ji ber ku destkeftiyên xwe biparêzin.”

Ebdulrehîm di berdewama axaftina xwe de wiha axivî: "Di yekîtiyê de hêz heye. Dema ku berxwedan û têkoşîna me yek be dijmin lewaz dibin. Yekîtiya netewî erkekî exalqî û netewî ye û berpirsyariyek dikeve ser milê her kesekî. Her wiha mîsyona sereke ya partiyên Kurdî ew ku yekîtiyê li ser erdê pêk bînin û nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo parastina gelê me, nasnameya wî û xaka Kurdistanê biparêzin."

Ebdulrehîm diyar kir, dewletên ku Kurdistan dagir kirine, hewl didin bi hemû rêbazan doza Kurdî derbe bikin û wiha pê de çû: "Divê em serî ji van siyasetan re netewînin û bi dijminê gelê Kurd bawer nebin."

‘HIN ALÎ JI YEKÎTIYA NETEWÎ DIREVIN‘

Ebdulrehîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di dema heyî de em dibînin ku ji aliyên siyasî yên ku xwe wekî nûnerê gelê Kurd dihesibînin, ji yekîtiya netewî direvin û dikevin hembêza dewletên dagirkerên Kurdistanê. Çawa dê gel bi wan kesan bawer bikin.  Divê gelê Kurd hesab ji wan kesan bixwazin û wan kesan ji erkê wan dûr bixin. Ji ber ku ew nûnertiya gelê Kurd û doza Kurdî nakin."

ANHA


Mijarên Din