Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo, têkildarî girîngiya şerê gel ê şoreşgerî semînerek bi dirûşma “Cenga azadiyê bi ser bixin û tev li şerê gel ê şoreşgerî bibin” li dar xist.
Semîner li hola Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê bi beşdariya bi dehan şênî, endamên tevgerê û Yekitiya Jinên Ciwan li dar ket.
Di semînerê de ku endamê Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hiyal El Xiwêr daye, balkişand ser girîngiya şerê gel ê şoreşgerî ji bo gelan û rêbazên meşandina xebatan li gorî wî û got: “Şerê gel ê şoreşgerî, şerekî demdirêj e. Bingeha wê, piştgiriya gel, spartina xwe û berxwedana li hember dijmin û êrişan e.”
El Xiwêr diyar kir ku ev rêbaz, parastgir e û ji bo xilasiya gelan ji koletiyê gelek girîng e û serkeftina wê di xwedîderketina gel li hev du nixumandî ye.
Di dawiyê de El Xiwêr destnîşan kir ku divê xelkê herêmê xwe li gorî têgeha şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin û xebat bike ji ber ku êrişên dewleta Tirk û xetereya DAIŞ`ê berdewam in.
(dm/şx)
ANHA