‘Divê hemû qad bibin cihê perwerdeya li dijî şerê taybet’

Akademisyen Şêxmûs Cuma got: “Dewleta Tirk a dagirker bi şerê taybet ê ku dide meşandin, civakê hedef digre û dixwaze hindirê tevna civakê birizîne. Perwerdekirin û zanakirina li dijî şerê taybet divê ne tenê di akademiyan de bê dayîn. Divê hemû qad bibin cihê perwerdeya li dijî şerê taybet.”

Dewleta Tirk a dagirker her rêbazek ji bo derbekirina şoreşa şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dendik û tova şoreşa demokratîk li Rojhilata Navîn e,  bi kar anî û tîne. Dewleta Tirk destpêkê di bin navê DAIŞ, Cephet El- Nusra û hwd… çete şandin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi hemû rêbazan piştevaniya wan kir. Piştre bi awayekî yekser bi rêya teknîka xwe ya leşkerî destwerdan kir û gelek herêm dagir kirin. Niha jî li dijî şêniyên herêmê şerê taybet dide meşandin. Bi van kiryaran dixwaze civakê birizîne û destkeftiyên şoreşê tune bike.

Endamê Akademiyên Civaka Demokartîk Şêxmûs Cuma diyar kir ku dewleta Tirk di dirêjahiya dîrokê de rêbazên şerê taybet li dijî gelên li herêmê, bi taybet li dijî gelê Kurd bi kar aniye.

Şêxmûs Cuma di destpêka axaftina xwe de wiha got: “H êzên hegamon rêbazên şerê taybet wek altarnatîfa şerê klasîk bi kar tînin. Ji ber ku şerê klasik êdî ji bo wan berekî aborî çêdike û di şerê klasîk de siyaseta guncaw pêk nayê, lewra siyaseta şerê taybet hat pêşxistin. Şerê taybet civakê ji hindir ve hildiweşîne, moralê xirab dike û berxwedanê dişkîne. Ev şer li ser ciwan, jin û çînên dîtir ên di civakê de dînamîkin tê meşandin.”

Cuma derbarê dîroka şerê taybet ê Tirkiyê de wiha got: "Dewleta Tirk bi taybet daîreya bi navê Daîreya Şerê Taybet di 1961’an de ava kir. Piştî derketina Tevgera Rizgariya Kurdistanê, ev şer bi awayek eşkere kete miryetê. Dewleta Tirk bi rêya vî şerî hewl da civakê derbe bike, komên mîna Kontra gerîla hatin avakirin. Van koman bi nav û cilên gêrîlla komkujî li ser şêniyan pêk anîn. Niha jî ev şer di çapemenî û rêzefilman de li ser tevgera azadiyê tê meşandin.”

ŞERÊ TAYBET Ê LI DIJÎ RÊVEBERIYA XWESER

Şêxmûs Cuma piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker  şerê taybet li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser bi kar tîne û dixwaze şoreşa wan reş bike. Cuma wiha pêde çû: "Dewleta Tirk berê alava çapemeniyê da ciwan û jinan. Her wiha huner, werzîş û hin rêbazên dîtir ên derbekirina vîna civakê bi kar tîne. Dewleta Tirk a dagirker şerê taybet di serî de li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin. Jinan roleke girîng û mezin di şoreşa Rojava de list, vê yekê metirsî li gel dewleta Tirk a dagirker a ku hewl dide berxwedana wê ya li tevahî xakê reş bike, çêkir."

Şêxmûs Cuma bal kişand ser derketina hin kevneşopî û rêbazên ku di vê dawiyê de di nava çînên civakê de belav bûne û wiha pêde çû: "Ev yek li derveyî kevneşopiyên civakê ne, ev di encama şerê taybet ê ku dewleta Tirk a dagirekr bi kar tîne de, derketin. Her wiha dewleta Tirk bi vê yekê têkbirina rihê moralê civakê û dûrxistina ji şoreşê armanc dike."

CIWAN, STÛNA ŞOREŞÊ NE, HEDEFA YEKEM A  ŞERÊ TAYBET IN

Şêxmûs Cuma diyar kir ku çîna herî dibe hedefa şerê taybet ciwanin û wiha axivî: “Ji ber ku ciwan stûna şoreşê ne. Divê çîna ciwan ji rêbazên şerê taybet ku dewleta Tirk a dagirker bi rê ve dibe, haydar bin. Her wiha divê rêxistin û saziyên ciwan li ser xebata zanakirina çîna ciwanan bi rêya panel û semînerên zanabûnê tev bigerin ku rêbazên şerê taybet hilweşînin."

ROLA AKADEMIYÊN CIVAKA DEMOKRATÎK

Derbarê rola Akademiyên Civaka Demokratîk a sekna li hember rêbazên şerê taybet de Cuma wiha got: "Em hewl didin bi rêya semîneran civakê zana bikin û balê bikişînin  ser hedefên şerê taybet û xeteriyên wê. Her wiha di perwerde û waneyên xwe de xwe dispêrin felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û mîrasa şehîdan. Perwerde û zanabûn divê ne tenê li akademiyan be, heman demê de divê tevahî qadên jiyan û kombûnan vegerin cihên perwerde û zanabûnê.”

Cuma îşaret bi hilweşandina tevahî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şoreşa Rojava kir û wiha domand: "Dewleta Tirk bi rêya DAIŞ’ê û hin komên çete xwest hin destkeftiyan bi dest bixe. Lê dema bi bin ket yekser destwerdan kir, bi wê re jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Lê belê nikarî şoreşa Rojava têk bibe."

Şêxmûs Cuma axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Tevgera Rizgariya Kurdistanê û gelê Kurd bi salan li hember şerê taybet ê dewleta Tirk têkoşiyan û bi rêya berxwedanê li dijî şer sekinîn.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din