‘Divê herkes li gorî şiyariya tevbigere

Endama Gerînendeya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê destnîşan kir ku hemleyên dezenfektekirin û fehskirinê berdewm in. Her wiha diyar kir ku tedbîrên hişyariyê nahêlin vîrus bigihêje herêmê û got: "Ger kesek vîrus vegirt wê jiyana tevan bixe xeteriyê."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve wek tedbîrek hişyarî li dijî vîrusa Korona ferz kir. Dewam li dibistan û saziyên sivîl hatin taloq kirin û tedbîrên hişyariyê li ser deriyên sînor girtin, kombûn û çalakiyan li herêmê hatin betal kirin. Ji bo wê jî Şaneya Aloziyê hate ava kirin. Her wiha hemleyên dezenfektekirinê berdewam in.

Girêdayî tedbîrên ku li kantona Hesekê hatine girtin, endama Gerînendeya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê, Leylan Qasim destnîşan kir ku hemleyên dezenfektekirinê li herêmê ji roja yekemîn a ferzkirina qedexeya derktina derve ve berdewam in û got: "Tevî wê em nexweşan fehs dikin. Heta şervanên li baregehên leşkerî û focên leşkerî jî."

Leylan bang li şêniyan kir ku biryarên di vî warî de hatine danîn û tedbîrên xweparastinê yên ku hatine girtin bînin cih û got: "Divê şênî di malên xwe de bimînin. Ger kesek vîrus vegirt, wê jiyana tevahiyan bixe xeteriyê."

Leylan Qasim di dawiyê de got, heta niha tu haletên vegirtina vîrusa Korona nehatiye belgekirin û wiha domand: "Girtina tedbîr û pêkanîna perspektîfên hişyariyê rolek mezin di rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrusê li herêmê dilîze."

(şx)

ANHA


Mijarên Din