‘‘Divê hesab ji çeteyên Tirkiyê were xwestin‘‘

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û banga hesabxwestinê ji sûcdaran kir.

Çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û yên navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li xwe dikin ên dewleta Tirk desteka wan dikin di êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çekên qedexekirî bi kar anîn û niha li herêmên ku dagirkirine bi taybet Serêkaniyê û Girê Spî yên binpêkirinên dermirovî pêk tînin.

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Nacî Nicûm girêdayî mijarê ji ANHA‘yê re axivî. Nacî Nicûm bi bîr xist ku van koman mîna rêbazên rêxistinên terorîst ên DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê bi rêya komkujiyên li dijî jin, zarok û îxtiyaran bi hezaran niştecihên resen dan koçberkirin.

Nicûm destnîşan kir ku piraniya endamên van koman bi xwe çeteyên DAIŞ‘ê ne ku di şerê li dijî QSD‘ê de li herêmên ji Heleb heta Cizîrê bi binketibûn û reviyabûn.

Nicûm bal kişand ser kiryar û sûcên ku van koman pêk anîne û got, ku ew kiryarên dermirovî ne û li pêşberî çavên cîhanê pêk ve proseyên talankirin, wêrankirin, dizî û xerabiyê li dijî şêniyan pêk tînin.

Nicûm bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan bang li dewletên aşîtîxwaz, dewletên wekî Rûsya, Çîn û DYA`yê kir, ku van koman bixine lîsteya terorê û êrişên artêşa Tirk bisekinîn.

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Nacî Nicûm di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hevgirtina gelê Sûriyê û ev tişt anî ziman" Bi hezarên salan em li Sûriyê dijîn û li dijî dagirkeran em li ber xwe didin. Li ser vî esasî em piştgiriya ji hêzên parastina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, radigihînin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din