‘Divê hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bê pirsîn‘

Rêxistina Mafên Mirovan û Heyva Sor a Kurd ên herêma Efrînê kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi sûcên şer bi nav kirin û banga hesabpirsînê ji dewlet Tirk û çeteyên wê kirin.

Bi armanca şermezarkirina komkujiya Til Rifatê ya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh pêk anîbû bi dehan endamên Heyva Sor a Kurd û Rêxistina Mafên Mirovan li qada kampa Berxwedan a Şehbayê çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Di çalakiyê de, pankartên "Em bang li dewletên cîhanê dikin ku çeteyên Erdogan bixin lîsteya terorê", "Tirkiyê xaka me dagir dike, zarok û mezinên me qetil dike û Rûsya bêdeng e" hatin vekirin û wêneyên zarokên komkujiyê Til Rifatê hatin hildan.

Bi navê Rêxistina Mafên Mirovan û Heyva Sor a Kurd du daxuyanî hatin xwendin.

Di daxuyaniyan de êriş û komkujiya li dijî sivîlên li Til Rifatê ya ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin şermezarkirin, hate gotin ku Tirkiyê û çeteyên wê qanûnên mafên mirovan û peymana Cinêvê binpê dikin û kiryarên wê bi sûcên şer bi nav kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan û Heyva Sor a Kurd ên herêma Efrînê bang li rêxistinên navdewletî, desteyên Neteweyên Yekbûyî kirin ku bi mijara sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê civîneke awarte li dar bixin û got: "Em bang li rêxistinên navdewletî û desteyên Neteweyên Yekbûyî dikin ku civîneke awarte û lezgîn li dar bixin û sûcên dewleta Tirk û komên girêdayî wê di Dadgeha Cînayatan a Navdewletî bibînin, her wiha hesab ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bipirse. 

Em bang li civaka navdewletî dikin ku dagirkeriya Tirk a li xaka Sûriyê bi dawî bike, li hemberî kiryarên wê yên li dijî mirovahiyê ji bêdengiya xwe derkeve ne ku tenê biryaran li ser kaxezê bide ku li ser erdê neyên pêk anîn."

Kombûn bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû."

 


Mijarên Din