​​​​​​​ʽDivê hikumeta Herêma Kurdistanê dev ji kiryarên ku xizmeta dagirkeran dike berde’

Endamê Komîteya Navnedî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Nîhad Ehmed bang lu hikumeta Herêma Kurdistanê kir dev ji kiryarên ku dikevin xizmeta dewletên dagirkerên Kurdistanê berde û dûrî berjewendiyên partiyetî yên teng bikeve.

Li ser zêdekirina PDK`ê hêzên xwe li ser sînorê bi Rojava re û derdorê dergeha Sêmalka û avakirina nuqteyên leşkerî li ser sînor, ANHA'yê bi siyasetmedarê Kurd Nîhad Ehmed re hevpeyvînek çêkir.

Di demekê de ku çavdêr ditirsin ku senariyoya ku 2014`an dubare bibe, dema ku PDK`ê li ser dirêjahiya xeta sînorê bi Rojava re xendek koland ku wê yekê gelê Rojava bi hêrs kir û li ser sînor xwepêşandan pêk hatin. 

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Nîhad Ehmed got: "Kiryarên bi vê rengî dikevin xizmeta dewletên dagirkerên Kurdistanê û çareseriyên siyasî ku aliyên siyasî yên Kurd li Sûriyê hewl didin pêk bînin, asteng dike."

Ehmed bi domdarî got: "Kurdistan di qonaxeke nazik re derbas dibe. Ji partiyên siyasî yên Kurdî tê xwestin ku di raya giştî de xwedî nêrîneke hevpar bin, da ku destkeftiyên gelê Kurd û bi taybetî li Rojava biparêzin."

Nîhad Ehmed hêvî kir ku partiyên kurdî ji çarçoveya berjewendiya partiyetî ya teng derkevin û destekê bidin gelê Rojava.

PARTIYÊN KURDÎ YÊN DI BIN ÇAVDÊRIYA DEWLETÊN HERÊMÎ!

Nîhad Ehmed got ku kolana Kurdî tevgerên dawîn ên hikumeta Herêma Kurdistanê li ser sînorê bi Rojava re, red dike ku nakevin xizmeta berjewendiya gelê Kurd û xizmeta berjewendiyên dewletên dagirkerên Kurdistanê dike.

Ehmed wiha dewam kir: "Berevajî wê, ji wan tê xwestin ku sînorên di navbera gelê Kurd de rake û dûrî van kiryaran bikeve."

Siyasetmedarê Kurd destnîşan kir ku hîna gelek partiyên siyasî yên kurdî di bin çavdêriya dewletên herêmî de ne û got: "Em hêvî dikin ku di siyaseta xwe de hevseng bin, berjewendiyên xwe yên partiyetî deynin aliyekî û berjewendiyên gelê Kurd di ber çav re bigirin."

'DIVÊ GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI PEY SIYASETÊN ŞAŞ NEKEVE'

Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Nîhad Ehmed diyar kir: "Raya giştî ya kurdî dizane ku bi taybetî di vê dem de, kiryarên bi vê rengî pêkanîna yekitiya netewî asteng dike. Hikumeta herêmê dixwaze gelê Rojava dorpêç bike. Diviyabû ku birayên me yên li Başûrê Kurdistanê di vê demê de rê li pêşiya gelê me vekin, bi taybetî ku êdî di qada navneteweyî de hesab ji Kurdan re tê kirin."

Nîhad Ehmed teqez kir ku girînge gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li ser projeya veqetînê, nêrîna xwe nîşan bide û bi pey van siyasetên şaş nekeve.

Ehmed wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê hikumeta Herêma Kurdistanê, hikumetên Rojhilata Navîn ên hilweşîne bîne bîra xwe. Ew hikumetên ku berjewendiyên gelê xwe nepejrandin, gel li hemberî wan rabû xwepêşandanan û hatin hilweşandin. Gel dikare hikumetên din jî hilweşîne.  Ji lewra divê hikumeta Başûr dûrî siyaseta ku xizmeta berjewendiya gelê Kurd nake, bikeve."

(cx)

ANHA


Mijarên Din