​​​​​​​‘Divê jin behreyên xwe yên hunerî derxin holê’

`Rojekê min xeyal nekir ku bajarê min were dagirkirin. Texmîn nakim ku eger rojekî vegerim nivîsên xwe bibînim. Lê ez bê vîn û hêvî namînim.` Nivîskar Anahîta Sîno ku ji Serêkaniyê ye, bi van gotinan hestên xwe rave kir.

Anahîta Sîno ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ye. Di sala 1988`an de dest bi nivîsandina bi zimanê Erebî û Kurdî kiriye. Sala 2000`î yekemîn pirtûka helbestan a bi navê `Hestên ji tamarên Xabûr` çap kir. Wê demê fêrî zimanê Kurdî bû û ji  ber qedexeya li ser zimanê Kurdî nivîsên xwe bi awayekî veşartî belav dikir.

Sala 2018`an du pirtûkên din ên helbest û çîrokan çap kir.

Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî bajarê Serêkaniyê di 9`ê Cotmehê de, Anahîta mîna bi sed hezaran şêniyên bajêr re koçber bû  û bi vê koçberiyê bandor bû. Ji ber wê heta demekê nekarî  binivîse.

Têkildarî tevlibûna wê di 4`emîn Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de Anahîta got: “Min xeyal  nedikir ku bajarê min were dagirkirin. Em di şertên gelek dijwar re derbas bûn. Min li dû xwe du pirtûkên girêdayî destkeftiyên şoreşa Rojava hiştin. Diviyabû di pêşengehê de bihatana weşandin. Lê ji ber ku artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî êrişî bajêr dikir, min nikarî reşpelikên pirtûkên xwe bianîna. Wê demê ji bilî xilaskirina jiyana zarokên xwe tiştek nehate bîra min.”

Anahîta ji ber ku pirtûkên xwe li şûn xwe hiştine, pir xemgîn e, di vî warî de got: “Ez bi hêvî me ku rojekê ez vegerim warê xwe. Dema vegerim, texmîn nakim ku pirtûkên xwe bibînim. Lê ez bê vîn û hêvî namînin. De bila ev roj veguherin bîranînan.”

Têkildarî bandora şoreşa bakurê Sûriyê li ser jinê û tevlibûna wê di pêşengehê de Anahîta got: “Beriya şoreşê jinan ji ber urf û adetên ku azadî û firkê wê zincîr kirine, nikarî bi hêsanî nêrîn û fikrên xwe rave bikirina. Lê niha em beşdarbûneke balkêş a berhemên jinan di warê wêjeyê yên cuda de dibînin.”

Anahîta bang li jinan kir ku demên xwe baş bi kar bînin û behreyên xwe derxin û got: “Wêjeya Kurdî bi saya jinê ya ku zimanê dayîkê parastiye gihaşt roja me ya îro.”

Ruxmî şertên koçberiyê lê Anahîta bi sê pirtûkan ku 2 ji wan `Ji ber ku ji te hez dikim min nivîsand` û `Teriya Kûçik` in, beşdarî  4`emîn Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din