‘Divê jin û ciwan ji pêngava ‘Ji tecrîdê û dagirkeriyê re êdî bes e’ re pêşeng bin’

Jinên bajarê Qamişloyê bang li tevahiya jinên cîhanê û jinên ciwan kir ku ji pêşengên pêngava ku KCK`ê ragihandiye bin, ji ber ku vebijêrka tekane berxwedan e.

KCK`ê 12`ê mehê bi daxuyaniyekê bang li hêzên siyasî yên kurdistanî kir ku girîngiya çarenûsa Kurdistanê bizanin û di çarçoveya pêngava "Ji tecrîdê, faşîzmê û dagirkeriyê re êdî bes e, dema azadiyê hatiye" li dijî siyaseta qirkirina gelê Kurdistanê û dagirkirinê û li ser bingeha yekitiya neteweyî helwesteke neteweyî ya hevbeş bidin.

Li dijî sûcên faşîzmê li Ewropa û Rojhilata Navîn ji bo gelê Kurd yekitî û hevgirtina xwe ava bike, gelek peyam hatin dayîn.

Jin û ciwanên li bajarê Qasmişloyê banga KCK`ê bi cih anî, her wiha girêdayî vê şêniya bi navê Mûnîra Şakir êrişên artêşa Tirk ên Ii dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk êrişî gelê Kurd dike û hewl dide wan qir bike."

Mûnîra Şakir wiha axaftina xwe dewam kir: "Tevî ku gelek komkujî û herêmên Kurdan hatine dagirkirin, lê dîsa jî dê dewleta Tirk nikaribe vîna gelê Kurd tune bike, ji wir em piştgiriya xwe ji banga KCK`ê re nîşan didin û li dijî sûcên artêşa Tirk disekinin."

Mûnîra Şakir bang li tevahiya jinên li cîhanê kir ku li dijî zilmê serî hildin.

Şêniya bi navê Bedîa Emîn jî axivî û da zanîn ku divê jin û ciwan pêşengên pêngavê bin, ji ber asta tundiya ku dewleta Tirk dimeşîne nayê qebûlkirin, şerê ziman û nasnameyê dike. Bedîa Emîn got: "Jinên li Rojava dê piştgiriya hêzên gerîla bikin û dê 24 saetan li ser piyan bin û ji bo armancên diyarkirî li ber xwe bidin."

Bedîa Emîn bang li rêxistinên mafên mirovan kir ji bêdengiya xwe derkevin û ji bo azadiya rêber Ocalan kar bikin. Her wiha bang li gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî xetereya artêşa Tirk yekitiya xwe ava bike.

Şêniya bi navê Şemsîxan Kulo dayika têkoşer Nûredîn Kulo, ev pirs kir: "Heta kengî dê Kurd temenê tiştekî ku nekirine bidin, gelo ji ber tenê nasnameya wan kurdî ye?Li pêşberî çavên cîhanê rastî qetilkirin û tundiyê tên, ji ber vê divê jin bi erka xwe rabin û pêngava hatiye ragihandin ji bo tevaya jinan e û divê li dijî bindestiyê serî hildin û dirûşma "An azadî, an azadî" hilbijêrin."

Şemsîxan Kulo di dawiya de bang li rêxisitnên mafên mirovan kir ku li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê bisekinin û aramiyê bi cih bînin.

(eh)

ANHA   


Mijarên Din