`Divê jin destkeftiyên ku di şoreşa Rojava de bi dest xistine biparêzin`

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo pêwîstiya xwebirêxistina jinan bi awayekî çalaktir destnîşan kir, da ku karibe destkeftiyên şoreşa Rojava biparêze û li hemberî komployên li dijî wê li ber xwe bide.

HESEKÊ

Kongreya Star di çarçoveya pêngava ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin, îro bi dirûşma “Na ji dagirkeriyê û qirkirinê re bi hev re em jinê û jiyanê biparêzin”, civînek berfireh li stada Medîne li navçeya Dirbêsiyê li dar xist.

Bi sedan şêniyên navçeyê û gundewar, saziyên sivîl tev li civînê bûn. Piştî deqeya rêzgirtin, endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo axivî û behsa girîngiya destkeftiyên şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Divê em destkeftiyên ku jinan di şoreşê de bi dest xistine biparêzin.”

Rîhan destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê ji 40 salî ve li hemberî dewleta Tirk a dagirker û planên kirêt ên ku dewletên kapîtalîzmê li dijî gelê Kurd plan dikin ku wî parçe bikin, li ber xwe dide.

Rîhan wiha domand: “Dewleta Tirk bi tevahiya rêbazan bi rêya hedefgirtina jinan û pêkanîna komkujiyan li wê mîna ku li Efrîn, Şengal û herêmên din ên dagirkirî kiriye, hewl dide destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. Ji ber ku dewleta Tirk jinan wek sira serkeftina şoreşa Rojava dibîne.”

Her wiha Rîhan bal kişand ser şerê taybet a ku dewleta Tirk li dijî herêmê dimeşîne û got: “Dewleta Tirk dixwaze bi rêya şerê taybet projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibe.”

Rîhan di dawiyê de got: “Divê jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî çalaktir xwe bi rêxistin bikin da ku li hemberî planên dewletên mêtînger li ber xwe bidin.”

Civîn bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana jinan û banga azadiya wan bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din