‘Divê jin ji bo serxistina însyatîfa yekîtiya netewî kedeke mezin bidin’

Hevseroka PYD‘yê ya buroya herêma Firatê Bêrîvan Hesen bang li hemû jinan kir ku ji bo serxistina însyatîfa yekîtiya kurdî kedeke zêdetir bidin û got: “Pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye. Da ku li hemberî êrişên dagirkeran bibin bersiv.”

Derbarê bangên domdar ên ji bo pêkanîna însyatîfên yekîtiya netewî ya kurdî de hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya buroya herêma Firatê Bêrîvan Hesen ji ANHA‘yê aixvî.

Bêrîvan diyar kir ku xeteriya êrişên li ser gelê Kurd zêde dibin û got: "Êrişên li ser herêmê têne kirin, ne tenê li ser partiyekê ne. Heman demê de tevahî gelê Kurd dike hedef. Di pêvajoya heyî de tê xwestin ku Kurd li hemberî siyasetên dagirkeran ên hewl didin êrişên xwe li ser herêmê fireh bikin, projeya neteweya demokratîk têk bibin, maf û destkeftiyên gelê Kurd têne bikin, bisekinin."

Bêrîvan piştgiriya xwe bi însyatîfa yekîtiya kurdî re anî ziman û ev tişt bilêv kir: "Em bi pêvajoyek nû re rû bi rû ne. Pêvajoya guhertina destûrê ye. Ji ber vê wekî gelê Kurd pêwîstiya me bi yekîtiyê heye da ku mafên xwe di destûr nû de mîsoger bikin."

Bêrîvan Hesen axaftina xwe wiha domand: "Divê em hemû nakokiyan deynin aliyekî û ji bo avakirina pêşerojeke ronîkirî û durist ji bo gelê xwe kar bikin û destkeftiyên ku bi saya keda 11 hezar şehîdên şoreşa Rojava hatine bidestxistin, biparêzin. Dîsa divê hevdîtin di navbera hemû partiyên siyasî yên kurdî de werin lidarxistin da ku helwesteke yekbûyî derkeve."

‘DIVÊ JIN JI BO SERXISTINA ÎNSYATÎFÊ KEDEKE MEZIN BIDIN‘

Bêrîvan îşaret bi ked û xebata jin a ji bo avakirina yekîtiya kurdî kir û wiha axivî:  "Divê jinên di nava partiyên siyasî, rêxistinî û leşkerî de ji bo serxistina însyatîfa yekîtiya netewî kedeke mezin bide û rola xwe tê de pêk bîne."

Hevseroka PYD‘ê ya buroya herêma Firatê Bêrîvan Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: "Baweriya me bi hêz û îradeya jinê heye ku dikare rola xwe ya çalak bilîze, ne tenê bi gotin. Divê rêbazên xwe yên ji bo serxistina însyatîfa yekîtiya kurdî derxîne. Ji ber ku civak li hêza jinê û çawa xwe bi rêxistin dike dinere. Ji ber vê em bang li jinan dikin ku layiqî keda bi hezaran şehîd mîna Arîn Mîrkan û Avesta bin."

ANHA


Mijarên Din