‛Divê kesên biryara qedexeya derketina derve binpê dikin bên lêpirsînkirin’

Şêniyên Qamişlo bang kir ku li gorî biryarên Rêveberiya Xweser ên der barê qedexeya derketina derve de tev bigerin û pandemiya Koronavîrusê paşguh nekin.

Şêniyên herêma Cizîrê diyar kir ku divê her kes li gorî biryarên Rêveberiya Xweser û komîteyên wê yên têkildarî parastina ji Koronavîrusê (Covid-19) tev bigerin û li malên xwe bimînin.

Piştî dirêjkiirna qedexeya derketina derve ji 7’ê Nîsanê ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dema 15 rojên dîtir, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tîmên awarte û lezgîn kontrolên derketin û têketinên bajêr, navçe û bajarokan zêde kirin.

Li kêleka hêzên ewlekariyê, li ser bendên kontrolê tîmên awarte û lezgîn jî hene ku kesên derbas dibin, kontrol dikin.

Endamê tîmên awarte yên Desteya Tenduristiyê Abdullah Nayif anî ziman ku bala xwe didin kesên ji derveyî kantonê tên, germahiya laşê wan dipîvin û beriya derbasî bajar bibin, saxlemiya wan piştrast dikin. Nayif piştrast kir ku heke tesbît bû ku kes bi vîrusê ketine, yekser bi tîma awarte re dikevin peywendiyan û heke îsbat bû, radikin karantînayê.

Abdullah Nayif destnîşan kir ku piştî 2 kes teşxîs kirin, guman çêbûn ku bi vîrusê ketibin lê paşê derket ku nexweşiya sil û sehayê bi wan re heye.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Abdullah Bedir got tenê ew rê didin kesên xwedan nîşe (not) û biryara qedexeya derketina derve ji wan re ne derbasdar be, derbasî bajêr dikin, lê li ser esasê ku germahiya laşê wan were girtin û selametiya wan îsbat bibe, derbas dikin. Bedir bang li şêniyan kir ku ji wan re alîkar bin û bi çavekî biçûk li nexweşiyê nenêrin.

Îsam Îbrahîm li gundekî derdora Qamişlo dijî, li têketina bajar sekinîbû da ku were teşxîskirin û paşê derbasî bajêr bibe. Îbrahîm têkildarî derketina xwe ji mala xwe, da zanîn ku ew ji ber rewşeke awarte ji gundê Girbawî derketiye lê ew li gorî biryara qedexeya derketina derve tev digere û wiha got: "Ev biryar parastina selametiya me dike."

Îsam Îbrahîm bal kişand ser kar û xebata endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, her wiha hevkariya bi Desteya Tenduristiyê re û bang li şêniyên kir ku li gorî biryarên Rêveberiya Xweser tev bigerin û di malên xwe de bin.

‘PARASTIN JI DERMANKIRINÊ BAŞTIR E’

Şêniya bi navê Necah Mûsa (62) jî axivî û got: "Dema ez pêwîstiyên xwe ji kel û pelan dikirim, ez lepik û maskê li xwe dikim, ji ber xweparastin ji dermankirinê baştir e, lewra ez hêvî dikim ku şênî xwe biparêzin, ji ber ku derfetên me kêm in."

Li aliyekî din jî şêniya bi navê Necla Temo jî bang li şêniyan kir ku li gorî biryarên Rêveberiya Xweser tev bigerin, Koronavîrus nexweşiyeke têper e, lewma divê her kes hay ji xwe hebe.

Necla Temo bal kişand ser ku madeyên dezenfektekirinê bi kar tîne, dûrî deverên qerebalix disekine û dema bixwaze bi kesan re biaxive, bi qasî 2 metreyan jê dûr disekine.

Stêr Qasim jî bi armanca belavkirina alîkariyê li malbatên feqîr re, ji mala xwe derketiye, di vê derbarê de Stêr mixabiniya xwe der barê binpêkirina hin kesan ji qedexeya derketina derve re anî ziman û got: "Divê Rêveberiya Xwser biryarên tund li dijî kesên biryara qedexeya derketina derve binpê dikin, bide." 

Stêr Qasim diyar kir ku dikanên bazirganiyê car caran zêde vekirî dimînin, ev jî biryarê binpê dike, lewma divê rojane 2 yan 3 dikan vekirî bin û erebeyên ku bê sedem digerin werin cezakirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din