‘Divê komîteyek ji bo lêkolînkirina cihên dîrokî yên Efrînê bê avakirin’

Hevserokê Mudiryeta Şûnwaran ê Kantona Efrînê, Hemîd Nasir tekez kir ku şûnwarên li kantona Efrînê hemû ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine rûxandin û dizîn. Nasir got: “Divê komîteyek ji bo belgekirina zirarên ku di  şûnwarên kantonê de pêk hatine, bê avakirin."

Daxuyaniyên hevserokê Mudiryeta Şûnwaran ê Kantona Efrînê Hemîd Nasir di pêşengeha ‘Banga şaristaniyê’ de ku li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê hat lidarxistin, ji ajansa me re axivî.

Nasir di destpêka axaftina xwe de behsa binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gelê Efrînê û şûnwarên wê, kir.

Hemîd Nasir da xuya kirin ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve artêşa Tirk û çeteyên wê, li kantonê binpêkirinan dikin.

Nasir bibîr xist ku wan wêneyên belgekirî di hemle û lêkolînên xwe yên li kantona Efrînê ku ji destpêka şoreşa Rojava de, pêşan dane.

Hemîd wiha got: "Me hin ji van wêneyên di bin bombebarana balefirên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û hin belgeyên din ku çavkaniyên taybet di dema dizîn û veguhestina şûnwaran ber bi Tirkiyê ve, belge kirine."

Ajansa Hawar jî bi wêne û dîmenan gelek kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê belge kirine.

Nasir destnîşan kir ku mudiryetê sûd ji van belgeyên dîmen û wêne girtin, bi wê yekê ew pêşan dan. Di pêşengehê de belgefîlimek bi dîmenên belgekirî, ji rûxandina ku artêşa dagirker li cihên şûnwar, mal û milkên Efrînê dike, hat pêşandan.

Her wiha Nasir diyar kir ku di pêşengehê de wan hewldanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di parastina şûnwarên Efrînê yên dîrokî de diyar kirin. Nasir got: “Lê Tirkiyê û çeteyên wê di rojên yekemîn a dagirkirina Efrînê de armancên xwe ji bombebaranê eşkere kirin.”

Nasir texmîn kir ku berfirehî û mezinahiya rûxandin û dizîna mal û milkan ji belgeyan zêdetirin û wiha got: “Ji ber dagirkeriya Tirkiyê nehêle ku rêxistinên navneteweyî derbas bibin û rewşa li herêmê bişopînin.” Mudiryeta giştî ya şûnwar û muzeyan a girêdayî rejîma Sûriyê, Tirkiye û çeteyên wê tewanbar kir, ku şûnwarên Efrînê didizin.

Nasir da xuya kirin ku armancên sereke ji pêşengehê ew e ku siyaseta artêşa Tirk a dagirker teşhîr bike û bala civaka navneteweyî û rêxistinan bikişîne ser kiryarên dewleta Tirk. Nasir got: “Armanc ew e ku ji bo balê bikişînin ser talankirin û rûxandina şûnwarên Efrînê, komîteyek navnetewî ya ji bo şopandina şûnwarên li kantonê were avakirin.” Nasir di dawiya axaftina xwe de careke din bang li rêxistinên navneteweyî û peywendîdar ên parastina şûnwaran kir ku komîteyeke navneteweyî ava bikin û bişînin Efrînê û got: “Ji bo ku kiryarên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî herêmên şûnwar ên li Efrînê bişopînin.”

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din