‘Divê MSD beşdarî danûstandinan bibe’

Siyasetmedarê Sûrî yê muxalif Ekrem El-Dolî tekez kir ku MSD`ê di rêya rast de gelek gav avêtin û got: “Divê MSD beşdarî danûstandinan bibe  tevlibûna wê di danûstandinan de pêwîst e da ku nûnertiyek baştir û giştî pêk were.”

Siyasetmedarê Sûrî yê muxalif Ekrem El- Dolî ku li Viyanayê dimîne, got: “MSD bi rêya birêxistinkirina werşeyên kar ên li derve hewl dide bi kesayet û hêzên demokratîk ên muxalif yên li derve re diyalogê pêş bixe. Ev hewldanên MSD`ê piştî ku li hundir rêzehevdîtin di bin navê diyaloga Sûrî-Sûrî de organize kiriye, tên.”

El-Dolî diyar kir ku armanc ji werşeyên kar, pênasekirina tecrubeya Rêveberiya Xweser, nîqaşkirina rêzerêgezan û mekanîzmeya meclisê girêdayî nexşerêya çareseriya Sûrî ye. Dolî got: “Heman demê de da ku fikrê lidarxistina kongreyekê bi hêzên demokratîk re were nîqaşkirin.”

 MSD`ê rêzewerşeyên kar li derve bi hêz û rêxistinên demokratîk ên muxalif re li dar xistin. Herî dawî li peytexta Nêmsayê Viyana di rojên 12 û 13`ê Tîmehê rêzawerşeyek lidar xist.

‘MSD`ê gelek gavên rast  avêtin’

El-Dolî destnîşan kir ku xeta ku MSD li ser dimeşe gavek di rêya rast de ye û wiha pê de çû: “Ev nîşaneyeke ku MSD`ê pêwîstî û hewcedariyên pêvajoya bê baş xwendiye. Ev pêvajo siyasî ye bi taybet piştî tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve û sînodarkirina operasyonên leşkerî di gelek herêman de. Ev jî komkirina kedên tevahiya hêzên demokratîk pêwîst dike da ku rola xwe di qada siyasî de bilîzin."

El-Dolî pesna xebatên MSD`ê bi taybet werşeyên kar li derve kir û destnîşan kir ku ev werşe girîngeyekê bi dest dixin û wiha got: “Ji ber ku ji bo pênasekirina tecrubeya Rêveberiya Xweser, pêşkêşkirina dîmena wê ya rastîn li gel rexneyên ku jê re têne gotin û gumanên xwediyê dûrahiyên zanistî, siyasî yan jî îdeolojî derfetek mezin e.”

Girêdayî çareseriya siyasî El-Dolî ev tişt diyar kir: "Bandora bingehîn a şer û nakokiya berjewendiyên dewletên herêmî yên ku destwerdana Sûriyê dikin, li ser çareseriya siyasî nayê veşartin. Her wiha encamên wê di astengkirina çareseriya siyasî de li gorî lihevkirina civaka navdewletî bi rêya Cinev û biryara 2254 diyar in.”

El- Dolî got: “Tevî hemû astengiyan, MSD wek xetek fermî û tekane ye ji bo pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê û armancên şoreşa gel. Di azadî û rumetê de, veguhertina welat ber bi azadî û demokrasiyê ve.”

Li gorî El-Dolî di van çend rojên dawîn de pêşketinek berbiçav çê bû; li ser navên komîteya destûrî hate lihevkirin.

‘Tevlibûna MSD`ê di danûstandina de ji bo pêkanîna nûnertiyek baştir û giştî pêwîst e’

Ekrem El-Dolî gotinên xwe wiha domand: “Tevlibûna MSD`ê di xeta danûstandina de çi di nav desteya danûstandin de yan jî komîteya destûrî, ji bo pêkanîna nûnertiyek baştir û giştî pêwîst e. Da ku li hember Rejîma Sûriyê û hevalbendê wê were sekinandin. Di vî warî de pêwîstî bi hêzên siyasî yên hevseng ku ji hêzên muxalefetê yên ku bi demokrasiyê û ilmaniyê bawer dikin pêk tê heye. Da ku projeya xwe pêşkêş bike û di tevahiya zivirînên karê niştîmanî de amade be."

Di dawiyê de siyasetmedarê Sûrî yê muxalif Ekrem El-Dolî got: “Pêkanîna hevsengiyek, çalakbûnek û lihevkirinek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hewldanekê de ji bo avakirina hawîrdorek siyasî, aborî û civakî hevgirtî, dê misoger bike. Ku hêzeke dikare di prosesa siyasî de pêşkeve ava bibe.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din