‘Divê NY û saziyên mafên mirovan bi rola xwe rabin’

Meclisa Kantona Qamişlo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Kurdistanê û gelê Efrînê dijminahiyê dike û mafê wan binpê dike. Meclisê bang li rêxistinên mafên mirovan û NY’ê kir ku li dijî vê dijminahiyê bi berpirsyariyên dikevin ser milê wan rabin.

Artêşa dagirker a Tirkiyê di 27`ê meha Hezîranê de komkujî  li ser gelê Başûrê Kurdistanê pêş anî. Di encamê de ji malbatekê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

 Di vê çarçoveyê de Meclisa Kantona Qamişlo, navçeyên Qamişlo, Tirpespyê, Dêrik û Girkê Legê li pêşiya navendên xwe êrîşên dewleta Tirk û helwesta hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Di vê çarçoveyê de Meclisan daxuyaniyek hevbeş ragihandin.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser kiryarên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê, ku herî dawîn jî topbarana li ser gundê Kortek ê girêdayî Qendîlê. Di daxuyaniyê de helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê, bêdengiya saziyên mafên mirovan, dewleta Iraqê û NY hatin şermezar kirin.

Di dawiyê de Meclisa Kantona Qamişlo bi daxuyaniyê bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û bi taybet rêxistên mafnasiyê kirin ku bi rola xwe ya mirovî û yesayî li dijî kiryarên dewleta Tirkiyê ya faşîst, rabin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din