'Divê NY'yê ji bo derxistina dagirkeriya Tirk ji erdên Sûriyê gavên pratîk bavêje'

Êlê eşîra El-Fadil a Şedadê bang li NY`yî û Meclisa Ewlehiyê kir ku ji bo derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Bakur û Rojihilatê Sûriyê, gavên pratîk bavêje û wiha got: "Çareserkirina aloziya Sûriyê bi derketina dagirkeriya Tirk û diyaloga Sûrî-Sûrî pêkan e."

Piştî derbasbûna salekê li ser dagirkirina Tirkiyê û çeteyên bi navê "Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê" bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re, hîna jî sûcên li wan bajaran dewam dikin. Bêdengiya navneteweyî li hemberî wan sûcan diyar dike ku cîhan destekê dide çeteyan.

Çeteyên piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî, sûcên wekî tecawizkirin, kuştin, koçberkirin û rûxandina malan û şewitandina wan, pêk anîn.

Êlê eşîra El-Fadil a navçeya Şedadê Menaf El-Reca ji ANHA`yê re got: "Ji NY`yî û Meclisa Ewlehiyê tê xwestin ku dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derxîne û gavên pratîk pêk bîne. Piştî ku ji cîhanê re rastî hatin eşkerekirin ku Tirkiyê li dijî şêniyên herêmên ku beriya salekê dagir kirine, sûcên şer pêk anî."

El-Reca destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk ji bilî koçberkirin, kuştin û rûxandina malên sivîlan û talankirina milkên wan, bi ferzkriina lîreya Tirk û derxistina nasnameya Tirkî siyaseta tirkkirinê li herêmê dimeşîne. El-Reca wiha got: "Armanca wan kiryaran guhertina demografiya herêmê û tevlîkirina herêmê ji Tirkiyê re ye."

El-Reca destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê, hîna berdewam e û got: "Bi hevgirtina eşîrên Ereb û Kurd û pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê hemû herêmên dagirkirî vegerin."

El-Reca tekez kir ku hevgirtina netewî ya pêkhateyên Sûriyê ji tevahî cîhanê re xuya ye û ew yek ji sedemên serkeftinên QSD`ê ye.

Her wiha destnîşan kirin ku bi diyaloga Sûrî-Sûrî ya bêyî destwerdanên derve, dê aloziya Sûriyê çereser bibe û dagirkeriya Tirk ji hemû erdên Sûriyê derkeve.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 9`ê Cotmehê dê salek li ser dagirkirina Tirkiyê bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re, derbas bibe.

(cx)

ANHA


Mijarên Din