‘Divê partiyên Kurd ên dudilî helwesta xwe ji kongreya neteweyî re diyar bikin’

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Şikrî Hemo banga pêwîstiya li darxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê kir.

Têkildarî hewldanên lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li Rojava li derengxistina hindek partiyên Kurd diyarkirina helwestên xwe ji bo ku tev li kongreyê bibin, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Şikrî Hemo di hevdîtinekê de bi ajansa me re bang li tevahiya partî û kesayetên serbixwe kir ku tev li lidarxistina kongreyê li Rojava bibin û got: "Divê tevahiya partiyên siyasî bê istisna tev lê bibin da ku bighêjin biryarek hevpar ku ji hêvî û mafên gelê kurd ên rewa re dibe bersiv."

Lidarxistina kongreyê di vê pêvajoyê de ji bo avakirina yekitiya kolana kurdî gavek pîroz e

Hemo got lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û girtina biryarên hevgirtî dê lêvgerek siyasî ji gelê kurd re li Rojava ava bike. Da ku gavên cidî ji bo yekrêziya refa kurd û sekinandina li hember her xeteriyekê ku li dijî hebûna gelê kurd li axa wî ya dîrokî tê plankirin werin avêtin.

Hemo wiha domand: "Bang û hewldanên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û nîqaşkirina reşpelika ku bi aliyên siyasî serbixwe û civakî re pêşkêş kiriye, insiyatîfek pîroz e da ku bighêjin lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdisatnê bi şêwazekê ku di vê pêvajoyê de bikeve xizmeta gelê kurd."

Hemo destnîşan kir ku di vê pêvojiyê de pêwîste kongre li dar keve û wiha domand: "Ji ber wê divê partiyên ku heta niha helwesta xwe diyar nekiriye diyar bikin û tevlibûna xwe tekez bike. Ji ber ku ev daxwaza kolana kurdî û partiyên siyasî yên kurdî û kurdistanî ye. Li darketina kongreyê di vê pêvajoya çaranûsî de pêwîst e bi rengekî ku dikeve xizmeta daxwazên gelê Kurd li ser qada kurdistanê bi giştî û Rojava bi taybet. "

Di nav gotinên xwe de Hemo ev tişt tekez kir: "Şert û mecên heyî ji bo avakirina yekitiya refa Kurd guncew in. Di vê pêvajoyê de divê kolana Kurd zextê li partiyên siyasî bike û lêvegerek siyasî ku nûnertiya gelê kurd bi nêrîneke hevpar di qadên navdewletî dike  ava bikin."

Her wiha Hemo got gelê Kurd êdî partiyên ku li dijî lidarxistina kongreyê nas dike û divê helwestên xwe yên siyasî girêdayî lidarxistina wê diyar bikin û wiha pê de çû: "Mixabin heta niha tu biryarek ji hindek partiyên siyasî yên dudilê girêdayî lidarxistina kongreyê derneketiye, ew partî gotina `dem ne guncew e` hincet digirin."

Di dawiyê de Şikrî Hemo bang li tevahiya partî û aliyên siyasî û kesayetên serbixwe û civakî kir ku yekrêziya refa kurd ava bikin, ji ber ku pêvajoya heyî di encama komployên ku hebûna gelê Kurd di parçeyên kurdistanê de dike hedef ji bo gelê kurd  pêvajoya hebûn û nebûnê ye."

(şx)

ANHA


Mijarên Din