Divê partiyên Kurd xwe nekin darê destê dagirkeran

Ezîz Koyluoglu

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê partiyên destûra xwe ya fermî tune bin jî bikarin navendên xwe vekin, kete nava hewldanan û di encama wan hewldanan de Rêveberiya Xweser a herêmê destûr da ku ew partî navendên xwe vekin. Ev ji bo nêzîkatiya partiyên siyasî gaveke erênî bû. Dîsan partiyên kurdî yên bakurê Kurdistanê di çarçova hilbijartinên herêmî de hatin cem hev û yekitiya xwe îlan kir. Hatina cem hev a partiyên kurdî yên bakurê Kurdistanê gelek erênî bû. Lê banga KNK’ê heta niha ji aliyê partiyên ku bêdestûr dixwazin siyasetê bikin ve bê bersiv hatiye hiştin. Ev banga ku berjewendiya her kesî tê de heye, çima heta niha bê bersiv tê hiştin? Ev pirs niha ji aliyê her kesî ve tê pirskirin. Lê bersiveke berbiçav kes nade.

Siyaseta Kurd li du beşan parve bûye. Yek li ser esasê welatparêziyê, yek jî xwe bi dagirkerên Kurd re. Kurdan heta niha xwe ji vê dubendiyê rizgar nekir. Ev dubendî hinek jî encama siyaseta Kurd e. Qebûlkirina partiyên siyasî yên Kurd ji hev re tune ye û dema Kurd dixwazin xwe nêzîkî hev bikin jî, dijminên Kurdan nahêlin Kurd nêzîkî hev bibin. Di vê siyasetê de rola sereke ya feraseta Kurdan e.

Dijminên Kurdan heta niha li ser xwefirotina vê rewabûnê xwe daye çêkirin. Hemû dagirkerên Kurdistanê tu carî nikarin bi serê xwe rewatiya xwe li ser Kurdistanê çêkin. Ev rastî divê bê dîtin. Siyaseta Kurd bi vê feraseta xwe dihêle gelê Kurd di komkujiyan re derbas bibin.

Di vê mijarê de rewşa Efrînê ya dawîn dîmena herî berbiçav e. Lê rewşa Kerkukê jî ku dema referandûmê me ev dubare dît. Siyaseta Kurd a xizmeta dijminên Kurd nekin, êrîşên wiha derbên li Kerkûk û Efrînê li Kurdan nedihatin xistin. 

Paradoksa herî mezin a Kurdan bi hev ve mijûlbûn e. Siyaseta Kurd bi qasî bi hev ve mijûl dibe û hemû hêza xwe li ser bingeha dijberiya hev xerc dikin, nikarin siyaseteke rast bidin meşandin. Kurd divê xwe ji vê paradoksê derxin.

Li Kurdistanê pirsgirêka herî mezin azadî ye. Lê ev pirsgirêk ne azadiyeke di navbera Kurd û Kurd de ye. Azadiyek di navbera dagirkerên Kurdistan û gelê Kurd de ye. Aliyên Kurd ji bo xwe esas bigirin ev e ku heta xwe ji bin dagirkeriyê rizgar nekin, hemû daxwazên din ên partiyên siyasî yên Kurd wê xizmeta dagirkerên Kurd bikin. Wekî li Efrîn û Kerkûkê.

Tişta herî xwezayî ew e ku di navbera partiyên siyasî yên Kurd de di warê fikrî de cudabûn hebin û her yek ji bo Kurdan siyasetên cuda hilbijêrin. Lê partiyên siyasî yên Kurd heta niha di vê mijarê de jî siyaseteke normal nedaye meşandin. Muxalefeta patiyên Kurd li beramberî hev ne li ser fikr û siyaseta xwe, li ser bingeha destekdayîna dewletên dagirker ên Kurdistanê tê kirin. Ev jî nabe siyaseta patiyeke kurdî, dibe siyaseta dewleteke dagirker.

Yek ji paradoksa siyaseta Kurd nikare xwe jê rizgar bike, ne dibe desthilatdar ne jî dibe opozîsyon. Ger bibe desthilatdar ku heta niha rewşek wiha tune ye. Ne li başûr, ne bakur, ne rojhilat, ne jî rojavayê Kurdistanê partiyek desthilatdar nîn e. Hin partî li başûrê Kurdistanê lîstoka desthilatê bilîzin jî, di referandûm de û li Kerkûkê jî hate xuyakiri ku ev xapandineke mezin e.  

Hin partiyên siyasî yên kurdî li rojavayê Kurdistanê partiyek wek desthilatdar qebûl bike jî, lê ev jî ji rastiyê dûr e. Ji bo partiyek li cihêkî bibe desthilatdar divê herî kêm hiqûqa wê ya navneteweyî hebe. Li rojavayê Kurdistanê heta niha rewşeke wiha nîn e. Berovajî vê ne tenê partiyên Kurd, gelê Kurd têkoşîna hebûnê li rojavayê Kurdistanê dide. Ji bo vê divê partiyên siyasî yên Kurd li rojavayê Kurdistanê xwe ji feraseta hin partiyan wek opozîsyon, hin partî jî wek desthilatdar ditîn, xapandineke mezin e.

Mirov dikare bibêje ku li rojavayê Kurdistanê hin partiyên Kurd xwe bi dagirkerên Kurd xwe tevger dikin, hin partî jî têkoşîna azadiyê didin. Yanî mijar ev e ku wê partiyên din ên xwe bi dagirkerên Kurdistanê yên dewleta Tirk tevger dikin, dev ji vê siyasetê berdin an bernedin.

Di vê mijarê de dibe ku hin siyasetên şaş hebin û heta niha jî ev şaşî dewam dikin. Lê banga KNK’ê ya ji bo partiyên bêdestûr bûn navendê wan hatibûn girtin, dikarin bê destûr jî navendên xwe vekin, gaveke erênî ye. Heta niha bersiva vê bangê nedan, ev yek tê wateya dewamkirina bi dagirkerên Kurdistanê re tevgerînê. Nebersivandina banga KNK’ê ji aliyê wan partiyan ve tê wateya dagirkirina Efrînê û bê kurd kirina Efrînê qebûl dikin. Bi erênî nebersivandina banga KNK’ê, tê wateya piştgirîdayîna çeteyên dewleta Tirk ên dibêjin “Em ê serê Kurdan bibirin.”

ANHA