`Divê parêzer demildest bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin`

Ciwanên herêma Cizîrê diyar kir ku kesayetên wekî rêber Abdullah Ocalan ji bo desthilatdaran xetere ne, ji ber vê yekê her tim tên hedefgirtin û teqez kir ku ew ê heta dawiyê li ser fikirên rêber Ocalan bimeşin.

Beriya demekê li ser torên civakî yên dewleta Tirk a dagirker hat belavkirin ku rewşa rêber Abdullah Ocalan ne baş e. Ev yek bû rojeva gelê Kurdistanê ku ji wê demê de hetanî niha li ser pêyan e û banga eşkerekirina rewşa rêber Ocalan dikin.

Têkildarî mijarê ciwanên herêma Cizîrê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Ciwanê bi navê Ebdulkerîm Mihemed ji bajarê Hesekê bal kişand ser armancên dewleta Tirk ji van îdiayên û got: "Dixwaze vîna me têk bibe, bila bizanin ku em ê di rêya xwe de dewam bikin."

Têkildarî rewşa rêber Ocalan û nehiştina parêzer, bijîşk û malbata wî serdanê bikin, Mihemed got: "Em ê ji bo eşkerekirina rewşa rêber Ocalan li ser pêyan bin hetanî ku rewşa wî bê zelalkirin."

Mihemed bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji bo azadiya rêber Ocalan dakevin qadan.

Ciwana bi navê Ezhar Mihemed ji bajarê Hesekê diyar kir ku îdiayên ku derketine berdewama pêkanîna şerê taybet in û wiha domand: "Bi vê yekê dixwazin vîna me têk bibin."

Ezhar da xuyakirin ku ruxmî hemû hewldanên dijminan ew ê li pey doza xwe bimînin û wiha got: "Em daxwaza rakirina qedexeya serdanê ji bo rêber Ocalan dikin."

Ezhar da zanîn ku ew xeta şoreşê bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dimeşînin û wiha dewam kir: "Îro şoreşa me li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê sînordar nemaye, şoreşa me bûye şoreşa neteweya demokratîk li ser asta cîhanê. Tercrîda ku li ser rêber Ocalan tê meşandin, li ser asta cîhanê tu kesî nedîtiye.”

Ciwanê bi navê Sibhî Melkê jî ji bajarê Qamişlo diyar kir ku ew wek ciwanên Suryan fikirên rêber Ocalan wek çareserî ji aloziyên Rojhilata Navîn re dibînin.

Melkê destnîşan kir ku wek pêkhateya Suryan ji sala 2013`an ve tu agahî ji damezirînerê Partiya Suryan li Sûriyê Seyîd Melkê negirtine ku Melkê ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye dîlgirtin û wiha domand: "Kesayetên wiha xwedî fikirên demokratîk in, bandora xwe li ser rêxistinên desthilatdar heye."

Melkê da xuyakirin ku divê ji bo rewşa rêber Abdullah Ocalan rêxistinên hiqûqî tev bigerin.

Ciwana bi navê Nejbîr El-Hisên jî ji navçeya Amûdê diyar kir ku ew îdia piştî serkeftina Garê û di dema Newrozê de hat derxistin. Nejbîr bang li hemû ciwanan kir ku li hemberî kiryar û gefên dewleta Tirk bê hêz û moral nemînin û got: "Em dixwazin rewşa rêber Ocalan a tenduristî demildest were naskirin."

ANHA


Mijarên Din