Divê PDK'ê sedema kiryarên xwe li ser sînorê Rojava-Başûrê Kurdistanê eşkere bike

Hejmareke rewşenbîr û hunermendan destnîşan kir ku zêdekirina PDK`ê hêza xwe li ser sînorê bi Rojava re, wan dixe nava fikaran û piştrast kirin ku ev qonaxa yekitiyê ye, divê li hemberî dijmin yekitî pêk bê.

Beriya çend rojan pêşmergeyên PDK`ê alavên leşkerî û çekên giran anîn herêma Pêşxabûr a Başûrê Kurdistanê ku li hemberî dergeha Sêmalka ya Rojava ye. Hêzên PDK`ê li ser dirêjahiya xeta sînor zêdetirî 40 navendên leşkerî li heman xetê ava kir. Her wiha 3 navendên leşkerî di sêgoşiya sînorî ya di navbera Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ava kirin. Tevgerên PDK`ê gelê Rojava bi hêrs kir, ku teqez kirin ku dijminên gelê Kurd Kurdistan parçe kirin û niha Partiya Demokrat a Kurdistanê piştgiriya vê parçebûnê dike.

Hunermendên Rojava destnîşan kir ku siyasetên bi vî rengî dikevin xizmeta dijmin û wan dixe nava fikaran. Girêdayî mijarê, Hevserokê Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê hunermend Osman Bekî diyar kir ku herêm di qonaxeke nazik re derbas dibe, nexasim li gel êrişên domdar ên dewleta Tirk li dijî gelê Rojava û gelê Kurd bi giştî pêk tîne. Bekî wiha got: "Dewleta Tirk hebûna xwe li ser qirkirina gelê Kurd dibîne."

'KIRYARÊN PDK'Ê HEMWEXTÎ ÊRIŞÊN LI DIJÎ ROJAVA Û PIŞTÎ SERDANA BARZANÎ JI TIRKIYÊ RE PÊK TÊʼ

Osman Bekî wiha got: " Kiryarên PDK`ê ya bicihkirina hêz û alavên xwe li ser sînor û avakirina baregehan hemwextî êrişên li dijî Rojava û piştî serdana Nêçîrvan Barzanî ji Tirkiyê re pêk hat, ev yek me dixe nava fikaran."

Osman Bekî bûyerên sala 2014`an dema ku PDK`ê xendek di navbera Başûr û Rojava de koland, bi bîr xistin û got: "Wê demê gelek kesên ku kolandina xendekan red kirin, şehîd bûn. Îro jî bi van kiryarên PDK`ê re em careke din van kiryaran şermezar dikin."

ʽDIVÊ EM XWE BI RÊXISTIN BIKINʼ

Osman Bekî wiha dewam kir: "Di vê qonaxa nazik de, wekî rewşenbîr û hunermend û tevahî gelê Rojava û Kurdistanê, ji me tê xwestin ku em xwe bi rêxistin bikin, mafên gelê Kurdistanê bi dest bixin û destkeftiyên xwe biparêzin."

ʽDEM DEMA HEVGIRTINÊ YE'

Endamê Navenda Şehîd Xabûr a Çand û Hunerê ya navçeya Sirînê hunermend Şukirî Ehmed jî wiha daxuyand: "Di vê qonaxê de, ji me tê xwestin ku em refên xwe bikin yek. Divê em hevgirtî bin û li dijî dijminan bisekinin, ne wekî 2014`an xendekan bikolin ku di encamê de sivîl şehîd bûn. Hemû dergeh li pêş me girtî ne."

ʽDESTÊ TIRKIYÊ DI KOLANDINA XENDEKAN DE HEYEʼ

Şukirî Ehmed destnîşan kir ku Tirkiyê ji van kiryaran sûdê digire û got: "Dewleta Tirk hewl dide Kurdan bêhtir parçe bike. Armanca wê ev e. Destê Tirkiyê di avakirin û zêdekirina baregehan de heye. Ji lewra, divê em bi awayekî cidî hewl bidin refa Kurdî bikin yek, Kurd bira ne û tu cudahî di navbera Başûr û Rojava de tune ye. Yê ku Kurdistanê parçe dike, dijmin e. Divê em nebin amûrên parçekirinê."

ʽDIVÊ PDK BERSIVA PIRSÊN ME YÊN GIRÊDAYÎ BÛYERÊN LI SER SÎNOR BIDEʼ

Şukirî Ehmed wiha domand: "Em dixwazin sedema zêdekirina PDK`ê hêza leşkerî li ser sînorê bi Rojava re, bizanibin. Gelo ew li dijî gelê Rojava amadekariya şer dikin? Divê ji me re sedema van kiryaran xuya bikin."

 (cx)

ANHA


Mijarên Din