‘Divê piştgiriya jinên ku bi destê terorê azar dîtine were kirin‘

Beşdarên komxebata Meclisa Jinên Sûriyê dest bi nîqaşkirina beşa duyemîn a bi navnîşan "Cudahiya di navbera tundrewî û terorê de û aloziya jinê di hebûna DAIŞ`ê de kirin. Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûriyê girêdayî wê semînerek da.

Komxebata Meclisa Jinên a Sûriyê bi tevlibûna zêdetirî 150 kesayetên jin ji meclis, rêxistinên jinan, partiyên siyasî û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê ya herêma Firatê didome.

Piştî bidawîbûna semînera yekemîn a bi mijara `rewşa jinan û bandora tudrewiya olî` a ji aliyê endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê Suhêr Hamid ve hate dayîn, koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekabe semînereke bi navê `cudahiya di navbera tundrewî, terorê û pirsgirêkên jinan ên di bin dagîrkeriya DAIŞ`ê de‘ kirin.

Di semînerê de Lîna Berekat behsa azarên jinê ku ji hêla rêxistinên terorîst ve bi taybet DAIŞ`ê kişandine kir, jê kirîn û firotina jinê. Lîna di heman warî de balkişand ser bûyerên ku bi jinên Êzidî yên ku hatine revandin kir û rêbazên destavêtinê bi bîr xistin.

Di semînerê de Lîna Berekat balkişand ser armancên leşkerkirina jinan di nav rêxistinên terorîst de jê qaçeqçitî, sîxorî ji ber ku çavdêriya ewlehiyê li ser wan kîm e û firtona wan da ku destketfiyên ku xizmeta terora xwe dikin bi dest bixin.

Di berdewama semînerê de Lîna Berekat tekez kir ku pêwîste fikrê ku rêxistinên terorîst di hişê jinan de çandine tune bibe, ji ber jin dayîk û perwerdekara yekemîn a zarokan e.

Beşdaran nêrînên xwe vegotin û nîqaş kirin. Piraniya nêrînên beşdaran pêwîstiya tunekirina fikrê tundrew bi rêya perwerdekirina jinan tekez kirin. Ji ber ku jin bingeha avakirina civakan e û perwerdekarê nifşan e û dikare wan fikran sîl bike.

Beşdaran jî behsa rewşa jinên ku di dema DAIŞ`ê de azar kişandine kirin ji haletên berdanê, jinebî. Her wiha tekez kirin ku divê alîkarî ji wan re were pêşkêşkirin da ku azarên xwe derbas bikin da ku tevlî civakî bibin.

Tê payîn ku beşa dawîn a komxebatê piştî bi dawîbûna semînerê bi navnîşan Rizgarkirina jinê bi rêya têgeha olî û gotinên pêşiyan, were dayîn.

Semîner dê bi semînera hevserokê Meclisa Sûriyêya Demokratîk Riyad Dirar destpê bike. Lê ji bersedemên tenduristiyê dê endama Meclisa Jinan a Sûriyê ya bajarê Reqayê Sûad El-Kirdî sermînerê li şûna Riyad Dirar bide.

(şx)
ANHA


Mijarên Din