`Divê pêkhateyên herêmê refên xwe bikin yek`

Şêniyên bajarê Qamişlo di merasîma sersaxiya şehîd Dilşad Ebdo de bang li tevahiya pêkhateyên herêmê kirin ku refên xwe bikin yek û li hember her kesî ku hewl dide azadî û rûmeta gelê herêmê têk bibe bisekinin.

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo û navçeyên wê, Hêzên Ewlekariy Hundirîn, hêzên leşkerî û saziyên sivîl tev li merasîma sersaxiya şehîd Dilşad Îsmaîl Ebdo ya ku li taxa Cimaya rojhilatê bajêr hatiye lidarxistin bûn. Şehîd Dilşad di 13`ê Îlonê de dema li ser erka xwe bû li bajarê Qamişlo şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîd Dilşad Ebdo, şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre gelek axaftin ji hêla malbata şehîd Dilşad Ebdo, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin kirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku ciwanên herêmê erka parastina herêmên xwe ji êrîşên çeteyan hildane ser xwe û dê herêmê ji gefên Tirkiyê û her êrîşekê ku ewlehiya herêmê dike hedef biparêzin.

Di axaftinan de bang li tevahiya pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û Turkman hate kirin ku refên xwe bikin yek û li hember her kesî ku hewl dide azadî û rûmeta gelê herêmê têk bibe bisekinin.

Sersaxî dê heta vê êvarê bidome.

(şx)

ANHA


Mijarên Din