‘Divê pêşî li çavberdanên Tirkiyê bê girtin’

Serokê şaxê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya kantona Efrînê Mihemed Nûr Mihemed got “Kiryarên dewleta Tirk di çend salên aloziya Sûriyê de diyar bûn ku ew xêrê ji gelên herêmê re naxwaze. Em bang dikin ku li pêşiya Tirkiyê bê sekinandin.”

Artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe li ser sînorê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike. Berpirsên dewleta dagirker jî dîsa çêkirina “herêma ewle” kirine rojevê. Rewşa Idlib û gundewarên wê li gel nakokiyên dewletên garantor ku Tirkiye yek ji wan e, aloz e.

Der barê mijarê de serokê şaxê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya kantona Efrînê Mihemed Nûr Mihemed ji ANHA`yê re axivî.

Mihemed di destpêkê de behsa zêdekirina leşkerên dewleta Tirk li ser sinorê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: “Tirkiye hewl dide van herêman dagir bike. Çarenûsa herêmên Sûriyê veguheriye çarenûsa Efrînê."

Mihemed wiha domand: "Ewlehî, îstiqrar, hêz û rêxistina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevgirtin û biratiya gelan, Tirkiyê û siyaseta wê ya qirêjî aciz dike. Ji ber vê yekê hewl dide êrîşî herêmê bike. Ew yek jî bi rêya ku li ser dosyaya Sûriyê têkiliyên xwe bi Rûsyayê re xurt dike.”

Der barê têkiliyên dawîn ên Rûsya û Tirkiyê li parêzgeha Idlibê de, Mihemed îşaret bi têkilî û hevpeymana di navbera her du aliyan û rejîma Sûriyê de kir û wiha got: “Her wiha gefxwarinên rejîma Sûriyê yên bi gefxwarinên Tirkiyê re dide diyarkirin ku ev alî li dijî gelên Bakurê Sûriyê ne.”

Mihemed şerê di navbera rejîma Sûriyê û komên çeteyên Tirkiyê de bi guman dît û got: “Siyasetên dewleta Tirkiyê bi awayê ku pirsgirêk û aloziyên xwe yên hundirîn derxe derve hatiye lêkirin. Destwerdanên derve di aloziya Sûriyê de, tenê rûxandinê, kuştin û koçberkirinê bi xwe re tîne. Ji bo wan dewletan ne girîng e ku gelê Sûriyê bê kuştin. A girîng pêkanîna planên wan e ku li gorî berjewendiyên wê ser xaka Sûriyê ye, heta ku ser hesabê sivîlan be."

Her wiha Mihemed axaftina xwe wiha dewam kir: "Tirkiye hewl dide komên xwe yên çekdar beşdarî komîteya destûra nû ya Sûriyê bike. Armanc dike sîstema hikumê navendî, desthilatdarî û bi rêvebirina kesayetên radîkal xurt bike. Ji ber ku dibîne ku di birêxistinkirin û rêveberiya demokratîk a li Sûriyê gefan li Tirkiyê dixwe û ditirse ku bandora wê li ser gelê Tirkiyê çêbe.”

Der barê armanca zêdekirina leşkerên Tirk li ser sînor de jî Mihemed got: “Tirkiye bi hinceta avakirina “herêma ewle” leşkeran kom dike. Lê kiryarên dagirkeriya Tirkiyê yên çend salên aloziya Sûriyê, rûyê rast ê dewleta Tirk diyar kir ku ew çareserî û xêrê ji gelê herêmê re naxwaze.”

Mihemed Nûr Mihemed di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku çareseriya tekane ji bo aloziya Sûriyê destpêkê di şikandina çavberdanên Tirkiyê di herêmê de ye û a din beşdarbûna hemû hêzên Sûriyê ser maseya diyaloga hevbeş e.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din