‘Divê rejîma û rêxistinên hiqûqî helwesta xwe ya ji lêkirina dîwarê parçekirin zelal bike‘

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bang li rêjîma Sûriyê û rêxistinên navdewletî kir ku li hemberî lêkirina dîwarê parçekirina li Efrînê helwesta xwe diyar bike û gotin, dagirkeriya Tirkiyê bi vê yekê projeya netewa demokratîk dike hedef

Binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li Efrînê li gel bêdengiya civaka navdewletî û rêjîma Sûriyê bê navber didom. Hêzên dagirker di demê dawî de bi armanca ku Efrîn ji xaka Sûriyê qut bike dest bi lêkirina dîwaran li derdora Efrînê kiriye.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê şermezar kirin û ji rêjîma Sûriyê xwest helwesta xwe ya ji binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê zelal bike.

Nesrîn Mamo got: " Bajarek mîna Efrînê bi xwezaya xwe ya bedew û pirrengiya pêkhateyên xwe tê naskirin, lê dagirkeriya Tirkiyê ku qaşo banga Islamê dike, komkujiyên hovane dike."

Nesrîn dîwarê ku dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê lêdike, bi "Parçekirina Sûriyê" bi nav kir û wiha domand: "Hemû kiryarên Tirkiyê li pêşiya rêxistinên navdewletî û hiqûqî têne kirin. Tirkiyê bi hinceta ku ew xaka Sûriyê diparazê hewl dide Sûriyê parçe bike."

Nesrîn bang li rejîma Sûriyê û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê li Efrînê bibe xwedî helwest û berjewendiyên takeksî bidin aliyekî.

Şêniyên bi nave Xalid Şêxo jî lêkirina dîwarê ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê lêdiek bi dîwarê li dijî mirovahiyê pênase kir û ev tişt anî ziman: "Tirkiyê bi lêkirina vî diwarê hewl dide dîroka Osmanî dûbare bike û Efrîn ji xaka Sûriyê qut bike wekî çawa berê Lîwa Îskenderon ji Sûriyê veqetand."

Bêrîvan Seyîd jî bal kişand ser bêdengiya rêxistinên navdewletî li hemberî binpêkirinên ne exlaqî yên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê û anî ziman ku Tirkiyê projeya netewa demokratîk û biratiya gelan dike hedef.

ANHA


Mijarên Din