​​​​​​​'Divê Rûsya û hikumeta Şamê bi berpirsyartiyên xwe yên li hemberî binpêkirinên Tirkiyê rabin'

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Efrînê bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyartiyên xwe yên li hemberî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê, bi cih bîne. Her wiha bang li Rûsya û hikumeta Şamê kir ku bi berpirsyartiyên xwe rabe.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Îsrafîl Mistefa ji ANHA'yê re behsa binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê, kir.

Îsrafîl diyar kir ku binpêkirinên li Efrîn û herêmên Sûriyê yên dagirkirî têne kirin berdewama xeta dewleta Osmanî ya tunekirina tevahî gelên herêmê û berfirehkirina qada dagirkeriya xwe li Sûriyê ye.

Mistefa destnîşan kir ku Tirkiyeya dagirker û çeteyên wê di vê demê de asta sûcên dermirovî ji kuştin, revandin, êşkencekirina sivîlan û dizîkirina milkên wan li Efrîna dagirkirî zêde kirine, ev yek li dijî hemû nirx û pîvanên mirovî ne, di heman demê de li dijî qanûnên navneteweyî ne û digihêje asta sûcên dermirovî.

Mistefa her wiha bal kişand ser berxwedana şêniyên Efrînê yên li herêma Şehba û kampên koçberiyê û got, ji ber vê berxwedanê dewleta Tirk şêniyên resen ên li Efrînê mane tengav dike, li dijî jin, zarok û îxtiyaran, mezarên olî û deverên dîrokî binpêkirinan dike.

'DEWLETA TIRK QANÛNAN DERBAS DIBE, DIVÊ HESAB JÊ WERE XWESTIN'

Mistefa di berdewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî derbas dike û wiha pê de çû: "Ya ku Tirkiyê dike li dijî biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 2014'an hatine derxistin, ku banga rawestandina şer dike. Li ser vê yekê divê hesab ji dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê were xwestin û sînorek ji binpêkirinên wê re were dayin. Her wiha ji Efrîn û hemû herêmên Sûriyê yên dagirkirine werin derxistin, ji ber destekê dide terora navneteweyî."

'DERKETINA DAIŞ'Ê LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ DESTPÊKA GIRÊKEKE NÛ YE'

Îsrafîl Mistefa bal kişand ser hebûna çeteyên DAIŞ'ê û hildana ala wan li herêmên dagirkirî û destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê, ji ber ve li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî hene û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Çeteyên DAIŞ'ê li herêmên dagirkirî bi nav û cilên cûda hemû binpêkirin dikirin. Hemû çeteyên di bin navê artêşa niştimanî ya Sûriyê de tevdigerin endamên berê yên DAIŞ'ê ne. Di operasyonên asîmanî yên Koalîsyona Navneteweyî yên li herêmên dagirkirî de kesyaetên sereke hatin hedefkirin. Ev yek delîlê ku çeteyên DAIŞ'ê li herêmên ku Tirkiyê dagirkirine hene."

'RÛSYA Û RÊXISTINÊN NAVNETEWÎ SOZÊN XWE BI CIH NEANÎN'

Derbarê rola hêzên Rûsya li herêmên Şehbayê de Mistefa diyar kir ku wan hemû binpêkirinên ku li Efrînê û heêrmên ku dweleta Tirk û çeteyên dagirkirine têne kirin radestî hêzên Rûsî kirine û got: "Heta niha hêzên rûsî û rêxistinên hiqûqî û yên têkildarî koçberan tu bersiv nedane. Tenê soz dan ku dê dewleta Tirk ji ber binpêkirinên wê yên li dijî Efrîn û şêniyên wê cezayê xwe bistîne."

Mistefa diyar kir ku bêdengiya hikumeta Şamê ya ji binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrîn û herêmên dagirkirî gelek pirsan radixe pêş û wiha pê de çû: "Li gorî rêgeza serweriyê, divê hikumeta Sûriyê erkên xwe li bermaberî xaka Sûriyê bi cih bîne, ji ber ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî beşek ji xaka Sûriyê ne, divê hikumeta Sûriyê erkên xwe ji bo van herêman bi cih bîne."

'TEVÎ KOÇBERIYÊ TOP LI SER MALÊN KOÇBERAN DIBARIN'

Îsrafîl Misteaf got, rêxistinên navnetewî, hiqûqî û civaka navneteweî ji binpêkirinên ku li djiî sivîlên Efrînê têne kirin berpirsyar in.

Li ser rewşa koçberên li herêmên Şehbayê îgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Îsrafîl Mistefa wiha got: "Pêwîstiya koçberên di kampa de bi hemû desteka mirovî û alîkariyê heye. Her wiha pêwîstiyan wan bi rawestandina binpêkirinên li dijî wan ên li herêmên Şehbayê têne kirin, heye. Hîna jî top li ser malên koçberan dibarin, komkujiya li Til Refet û Aqîbe mînakên vê yekê ne."

ANHA 


Mijarên Din