‘Divê Rêveberya Xweser wekî nûmûneya misogerkirina mafên hemû kêmnetewan were esas girtin’

Kesên ku di rûniştandina duyemîn de semîner dan, gotin divê hevpeymana civakî ya li Rojava û tecrûbeya Rêveberya Xweser wekî nûmûneya misogerkirina mafên hemû kêmnetewan û olan û çareserkirina aloziyên heyî, were esas girtin.

Di rûniştandina duyemîn a Komxebata Navneteweyî ya der barê DAIŞ`ê de ku li eywana Beylesan a navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê bi sponseriya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk tê lidarexistin, mijara çand û olî ya terora DAIŞ`ê hate nîqaşkirin. Kesên ku semîner dan, gotin divê hevpeyaman civakî li Rojava û tecrûbeya Rêveberiya Xweser wekî nûmûne ji bo misgorkirina mafên hemû kêmnetewan û olan were esas girtin.

Rûniştandina duyemîn ji aliyê Lêkolîner û Serokê Berê yê Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Rojava Munîr Şêxî ve hate birêvebirin. Her wiha Akademisyan û Lêkolînerê Felesfî û Şagirtê Dextorya Zanîngeha Parîsê Mensûr Teyfûrî,  mamoste û alîkara zanîngeha Amerîka li Qahîre, Endama Bernameya Rojhilata Navîn a li Navenda Wilson Dr. Îmî Ostîn Holmiz, siyasetmedarê amerîkî û endamê berê yê Kongreya Amerîkî yê partiya Cemhur Tomas Garret,  rojnamevan, çalakvana siyasî di HDP`ê û endama berê ya parlementoya Tirkiyê  Hedya Kaya û oldar û Hevserokê Yekitiya Oldarên Mislim Mihemed Xerzî, semîner dan.

Di rûniştandinê de, der barê xweza çanda terora DAIŞ`ê, çawaniya bikaranîna wê di qirkirina gelên din de û binpêkirinên ku der heqê şûnwaran de wekî dizî, wêrankirin û hwd pêk dianî, jin bi çavê çanda DAIŞ`ê ya terorîst (êşkencekirina jinê û kolekirina wê) lêborîna olî wekî alternatîfê terora DAIŞ`ê mînaka wê jî tecrûbeya Rêveberiya Xweser, îslama demokratîk wekî nûmûneyê çareseriya terora DAIŞ û islama tundrew hatin şîrovekirin.

Di destpêkê de, Mensûr Teyfûrî der barê sedemên sereke yê derketina DAIŞ`ê de, aliyên ku li dijî çeteyan şerê kirin, mekanîzmeya aliyên ku di şerê li dijî van komên tundrew de bikar anîn, semîner da. Teyfûrî bang li hemû aliyan  kir ku xwe bispêrin dîroka nûjen û têgehên rast der barê van aliyan de bikar bînin û di dîrokê de bila navên wan komên tundrew bin û dûrî navlêkirina islama rasteqîn bikevin.

 ‘Yek ji armancên sereke yên DAIŞ`ê, kolekirina jinan di bin navê hikumên islamê de ye’

Dr.Îmî Ostîn Holmiz di semînera xwe de behsa felsefeya DAIŞ`ê ya der heqê jinê de, çawaniya hewldanên DAIŞ`ê ji bo ferizkirina serweriya xwe li ser jinê û çawaniya ku jin êrîşan li dewletên rojavayî pêk bînin kir û got: “Rêxistinê bi rêya wê felsefê, dixwaze ku serxwebûna jinê hilweşîne. Yek ji armacên DAIŞ`ê yên sereke kolekirina jinê di bin navê hikumên islamê de.”

Dr.Îmî Ostîn Holmiz anî ziman ku çeteyên DAIŞ`ê bi vî awayî jin ji cilên rengîn û hwd, mehrûm kirin û ew neçar kirin ku tenê cilê reş lixwe bike, nehişt ku jin nêrînên xwe bîne ser ziman û nehişt ku jin bi rola xwe di nava civakê de rabe û wiha dewam kir: “DAIŞ`ê ev hemû kiryar di bin navê islamê de dikir.”

Dr.Îmî Ostîn Holmiz di dawiya semînera xwe de, bang li hemû aliyan kir ku ji bo darizandina “jinên kujer” rêbazekî peyda bikin û bang li welatan jinên tevlî DAIŞ‘ê bûne vegerînin.

Hevpeymana civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya çareseriya aloziya Sûriyê ye

Siyasetmedarê Amerîkayî û endamê berê yên kongreya Partiya Komarî  Thomas Garret îşrat bi lêborîna di navbera olên li hermên bakur û rojhilatê Sûriyê de, her wiha a rola ezmûna Rêveberiya Xweser, ku hemû pêkhate, beş û rêolên civakê hembêz  erênî nirxand û wiha got:"Li hemû welatên cîhanê ol û kêmnetewan ve cur be curî heye, bi hemû awayan, divê rêzdarî ji vê yekê re were girtin."

Thomas Garret diyar kir ku kiryarên çeteyên der heqê kêmnetewên li Sûrî û Iraqê armanc jê tunekirin e. Her wiha bal kişand ser girîngiya yekrêziya li dijî kiryarên wekî van û binpêkirinan, di heman demê de xwe nespêrin çareseriyên derve û wiha pê de çû:"Di civaka demokratîk de ji mafên her welatiyekî ye ku mafên xwe yên xwezayî pêk bîne û cihê xwe di nava têkoşîna civakê de bigre. Ev maf jî bi olên cuda re ne bi nakok be û divê duzeniyek di nava hemû beşên civakê de peyda bike."

Thomas di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku pergala konfedraliyê ji pergelên ku her kes di nava civakê de rola xwe bilîze ye, her wiha hevpeymana civakî ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, hemû pêkhateyên di nav xwe de dihewîne û rêya çareseriya hemû nakokiyên li Sûriyê ye û wiha got:"Ev ezmûneke serkeftî ye, hêjayî ku bibe rêya çareseriyê, lewama divê hemû xwepispêrin vîna xwe û xwe nespêrin çareseriyên derve."

Di aliyekî din de endama parlamtoya Tirkiyê ya berê û berpirsa Meclisa Aşîtî û Demokratiyê ya li Tirkiyê rojnemavan, nivîskar û çalakgera siyasî Huda Kaya û zanyarê olî û hevserokê Yekîtiya Zanyarên Misliman a herêma Cizîrê Mihemed Xerzî mijarên mîna girîngiya lêgerîna li îslama demokratîk, diyarkirina rola jinên misliman, pêwîstiyê jinan ji mafên wan yên jiyanî û nûnetiya ji îslamê, siyasetê û çandê bê par nehêlin, girîngiya naskirina cudabûna di navbera jinên mislman û jinên bi bûne misilman ên ku îslamê ji xwe re wekî berdeya kirina kiryarên sûcdariyê şîrove kirin

Tê payîn ku xebatên komcivînê di roja xwe ya duyem de bi rûniştina xwe ya sêyemîn ku derbarê qada aborî û civakî ji terora DAIŞ`ê de ye berdewam be.

Hêjayî bibîrxistinê ku bernameya komcivîna navdewletî ya der barê DAIŞ`ê de vê sibê di roja xwe ya duyem de li hola Beylesan a girêdayî navçeya Amûdê, piştî rûniştina duyem ku têkildarî qada leşkerî û ewlehiyê ji terora DAIŞ`ê bû, hate destpêkirin.

 (eh/kc)

  ANHA


Mijarên Din