‘Divê rêxistinên mirovî helwesta xwe ji terora Tirkiyê re diyar bikin’

Mamoste û xwendekarên Efrînê bang li rêxistinên mirovî kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û helwesta xwe ji terora dewleta Tirkiyê re diyar bikin. Her wiha rave kirin ku ew dagirkeriya  Tirkiyê ya li ser axa Sûriyê, guhertina demografiya wê û dubarekirina sînaryoya Efrînê red dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9`ê Cotmehê de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Di encamê de bi sedan sivîl şehîd û birîndar bûn. Tevî ku binesaziya bajarên Serêkaniyê û Girê Spî wêran kirin, destavêtin milkên şêniyan û jîngehan li ser dirêjahiya xeta sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kirin.

Mamoste û xwendekarên Efrînê dagirkeriya Tirk şermezar kirin û pêwîstiya rêgirtina li pêşiya Tirkiyê ji bo sînaryoya Efrînê dubare neke teqez kirin.

Ebdulrehmen Sîdo endamê rêveber ê Komîteya Perwerde û Civaka Demokratîk dibêje: "Dewleta Tirk a dagirker ji êrişa xwe li ser bakurê Sûriyê armanc dike vîna gelên bişkîne û projeya neteweya demokratîk a herêmê biçewisîne."

Sîdo wiha domand: "Artêşa Tirk a dagirker bi alîkariya çeteyên terorîst hewl dide demografiya herêmê biguhere û asîmle bike mîna ku li Efrînê kiriye."

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker de li ser kantona Efrînê bi hezaran xwendekar ji xwendina xwe bê par man. Tevî ku bi dehan dibistan wêran kirin û bi sedan dibistan veguherandin bargeh û girtîgehan ji bo îşkencekirina sivîlan.

Di dawiyê de Sîdo diyar kir ku ew wek rêveberiyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê dubarkirina sînaryoya kantona Efrînê li bakurê Sûriyê û mehrûmkirina bi hezaran xwendekaran ji xwendinê red dikin.

Endama rêveber Emûne Elî êrişa artêşa Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got armanca ji êrişan çewisandina çanda pêkhateyên wan herêman ên ku bi dewlemendiya çanda xwe navdar in tevî guhertina demografiya herêmê û parçekirina Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve xwendekara bi navê Hêva Haşim got: "Em êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Wek xwendekarên Efrînê em duberkirina sînaryoya Efrînê li bakurê Sûriyê û li her herêmek din a Sûriyê red dikin. Me dît çawa artêşa Tirk a dagirker çekên kîmyawî û qedexekirî li Serêkaniyê bi kar anîn. "Hêva wiha domand: "Êdî bes e ji dagirkeriya Tirk re. Em dagirkeriyê di welatê xwe de red dikin. dagirkeriya Tirk avahiyên stratejîk, dibistan û cihên dîrokî dike hedef mîna ku li Efrînê kiriye bi armanca çewisandina dîrokê û çanda kurdî."

Xwendekarê bi navê Alan Ehmed destnîşan kir ku di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker ji Efrînê koçber bûn û teqez kirk u ew naxwazin şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama terora Tirkiyê de koçber bibin. Ehmed bang li rêxistinên mirovî kir ku mudexele bikin û ji bêdengiyên xwe derkevin, helwesta xwe li hember êrişîn artêşa Tirk a dagirker û binpêkirinên wê der heqê sivîlan de diyar bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din