'Divê rêxistinên parastina mafên jinan li dijî kiryarên dewleta Tirk tev bigerin'

Jinên Til Hemîsê bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li hember kiryarên artêşa Tirk ên li dijî şêniyên herêmên dagirkirî şermezar kir û bang li rêxistinên jinan kir ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere bikin û serî hildin.

Bi dehan jinên xebatkar ên di saziyên Rêveberiya Xweser ên navçeya Til Hemîsê de û endamên Kongreya Star li pêşiya Navenda Jinê ya navçeyê kom bûn û têkildarî kiryarên artêşa Tirk daxuyaniyek da.

Kiryarên çeteyên artêşa Tirk ên derexlaqî û hemû pîvanên mafên mirovan binpê dikin, nexasim kiryarên li dijî jinan. Artêşa Tirk li herêmên dagirkirî kiryarên herî hovane li dijî sivîlan dimeşînin, mînaka wê jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye. Di demên dawîn de li ser medyaya civakî çeteyên artêşa Tirk li dijî jinên Efrînê gelek kiryar pêk anîn.

Endama rêveberiya Kongreya Star Coza Hasûd daxuyanî xwend û wiha daxuyand: "Sûcên artêşa Tirk nexasim ên li dijî jinan pîvanên navneteweyî û qanûnên navdewletî yên parastina mafên mirovan, binpê dikin.Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka bajarê Efrînê yê Sûriyê dagir kir, li dijî xelkê bajêr gelek sûc pêk anîn, ji wan revandina şêniyan û jinan û li hemberî serbestberdana girtiyan fidyeyan dixwazin. Tê zanîn ku bi dehan komên terorîst di nava artêşa Tirk a dagirker de ne."

Jinên navçeya Til Hemîsê di daxuyaniyê de da zanîn ku jinên Til Hemîsê çete çi qasî sûcan pêk bînin jî ew ê serî netewînin, di aloziya Sûriyê de ew ê di çeperên şer de li kêleka mêran bisekinin û heta pêkanîna wekheviya zayendî dê berxwedana xwe berdewam bikin.

Di dawiyê de jinên Til Hemîsê bang li rêxisitnên mafên mirovan kir ku kiryarên dewleta Tirk eşkere bikin û serî hildin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din