​​​​​​​‘Divê Şam û Bexda belgeya kêmbûna ava Firatê bidin NY’

​​​​​​​Çalakger û lêkolînerê mafnas Abdulrehman Betran bang li hikumetên Sûriyê û Iraqê kir ku têkildarî karasata kêmbûna ava Firatê, belgeya kêmbûna ava Firatê bidin NY.

Dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava Firatê kêm kiriye, ji ber vê yekê ava herêmên Sûriyê kêm bûye.

Beriya çend rojan bi wêne û dîmenên ji derdora peravên çemê Firatê hatine kişandin diyardeya kêmbûna avê ya li bajarê Carablusê heta bi pira Tişrînê diyar dibe.

Çalakger û lênolînerê mafnas Abdulrehman Betran diyar kir ku dewleta Tirk pîvanên navneteweyî yên têkilarî parvekirina ava di navbera du dewletan de bin pê dike û wiha got: “Tirkiye di van salên dawî de dixwaze bi avê zextê li Sûriyê, bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Dema DAIŞ’ê herêm dagir kiribû, dewleta Tirk sûcên wisa li dijî çeteyan nedikir.”

Pirsgirêka avê ya ku ji beriya çend salan ve dewleta Tirk wekî çekekê li dijî gelên Sûriyê bi kar tîne, gefan li ava şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, her wiha saetên  kehrebê jî kêm dike û bandorê li zeviyên derdora pervanên ava Firatê dike.

Di halê hazir de di çirkeyekî de ji 150 heta 200 metre3 avê dikeve xaka Sûriyê. Ev jî bi hevpeymana 1987`an re bi nakok e, ji ber hevpeymanê amaje pê dikir ku ew ê di çirkiyekê de 500 metre3 avê bide Sûriyê û ji vê rêjeyê Iraqê jî ji sedî 60 werbigire. 

Îbrahîm Betran wiha li axaftina xwe zêde kir:"Divê hikumeta Sûriyê û Iraqê li dijî dewleta Tirk bisekinin û da ku li gorî qanûnên navneteweyî tev bigere. Ji ber Tirkiye bi kêmkirina avê bandorê li aborî, çandinî, av û kehrebeya Sûriyê dike."

Di dawiyê çalakger û lêkolînerê mafnsas Abdulrehman bang li NY kir û got: “Divê NY sûcên Tirkiyê yên ku karasetake mirovî li herêmê bi xwe re tîne rake Meclisa Ewlehiya ya NY`yê. Ji ber madeya 33`yan a hevpeyama NY îşaretê bi sûcên wiha dike û divê cezayên tund li Tirkiyê werin birîn.”

Rêveberiya Pira Tişrînê destpêka heftiyê hişyariya kêmbûna avê da,  ji ber bandorê li aborî, garantiya xwarinê û ava vexwarinê dike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din