‘Divê sûcdar li herêma ku sûc kiriye, bê darzandin’

Siyasetmedarên Serêkaniyê dan zanîn ku belge û delîlên sûcên çeteyên DAIŞ`ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine hene ku pêşkêş bikin. Lewre divê sûcdar li ser vê erdnîgariyê werin darizandin.

Piştî ku QSD‘ê serkeftina pêngava tinekirina çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê leşkerî de ragihand, hin dewletên Ewropî  ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên QSD`ê de pêşniyara avakirina dadgeheke navnetewî li Iraqê kirin.

Di vê çarçoveyê de, siyasetmedarên herêma Serêkaniyê ji ANHA`yê re axivîn û avakirina dadgehên navnetewî li dervayî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Endamê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê ya şaxê Serêkaniyê parêzer Hesen Biro, da zanîn ku mafê QSD, YPG û YPJ û şêniyên Bakurê Sûriyê heye ku wan çeteyan darzînin, ji ber hêzên wan mezintirîn hêza teror têk bir û wiha got: "Di aliyê qanûnî de, çi sûc ser vê erdnîgariyê bûye, divê ew sûckar û komên terorîst li ser vê erdnîgariyê bêne darzandin."

Biro pirs kir û got: "Eger dadgeh dervayî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin, dê kesên ku zirar dîtin û malbatên şehîdan û yên komkujî der heqê wan de hate kirin, çawa biçin vê dadgehê?."

Biro destnîşan kir ku eger çete werin dadgehkirin, divê belge û şahidên sûcên wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebe û wiha got: "Divê ew çete li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêne darzandin, ji ber belge li cem malbatên qurbaniyan û şehîdan hene da ku çeteyan darzînin."

Endamê damezrêner ê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Serêkaniyê Yûsif Selama jî wiha got: "Tevî belavbûna terorê, lê bi saya lehengiyan şehîdan û şervanên QSD, YPG ûYPJ‘ê, ev nexweşî ji laşê herêmê hate derxistin."

Selama da zanîn ku, dewletên ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î nexwazin, divê çareseriyekê ji vê dozê re deynin û wiha anî ziman : "Çareserî jî avakirina dadgeheke navnetewî taybet e. Darizandina çeteyan divê li gorî rêgezên navnetewî  li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were."

Yûsif destnîşan kir ku gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd dan û di şerê tinekirina terorê de windahiyên mezin dîtin û wiha got: "Dema ku cîhanê guh û çavên xwe li komkujiyên çeteyên DAIŞ`ê der heqê gelên me de girtibûn, gelê herêmê şehîd didan, di şerê tinekirina terorê windahiyên mezin dîtin. Bermahiyên şer şahidê vê yekê ne, ji ber vê yekê gelê me mafdar e ku çeteyan li ser xaka xwe darzînin. "

Her wiha Yûsif bang li dewletên mezin, rêxistinê mafên mirovan û cîhanî kir ku vê dozê cidî bigirin dest û dadgehên navnetewî ser xakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin.

‘QSD`ê parastina nirx, dîrok û pêşeroja nifşên civakan kir’

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Şewket Berazî destnîşan kir ku lehengiya gelê Kurd û hemû pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çeteyên DAIŞ`ê tune kir.

Berazî teqez kir ku pir girîng e ew çete li vê xakê bên darzandin û wiha got: "Ji ber wan bi hezaran ji şêniyên pêkhateyên herêmê kuştin, loma ji mafê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê yên nirx, dîrok û pêşeroja nifşên vê civakê parastin çeteyên DAIŞ`ê darzînin."

Berazî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê dewletên cîhanê darzandina çeteyan û avakirina dadgehên navnetewî li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê bike."

(jo)

ANHA


Mijarên Din