`Divê şêniyên Nibul desteka efrîniyan ji bîr nekin`

Şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin, bang li şêniyên Nibul kir ku nehêlin hindek kom şêniyên Efrînê yên ku diçin bajêr da ku pêdiviyên xwe peyda bikin, birevînin.

Beriya çend rojan komeke nediyar ji Nibul 4 şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin, dema diçûn bajarê Nibulê da ku pêdiviyên xwe bikirin, revandin. Piştî bûyerê komê wek fîdye 400 hezar lîreyên Sûriyê ji malbatên wan xwest.

Girêdayî mijarê şêniyên Efrînê yên ku niha li kantona Şehbayê bi cih bûne, ji ajansa me re axivîn û behsa binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û koma ku şênî revandine kir.

Şêniya bi navê Lemye Şêxo dorpêça li ser kantona Şehbayê ji hêla rejîma Sûriyê ve destnîşan kir û diyar kir ku rejîm bacê li pêwîstiyên bingehîn ên ku ji bajarê Helebê re tên, ferz dike.

Lemye wiha domand: "Bûyera ku komek ji bajrokê Nibul û El-Zerhaa pêk aniye ji mirovahiyê dûr e."

Şêniyê bi navê Zekwan  Hesen got: "Bajarê Efrînê gelê herêmê di çarçoveya şerê ku li Sûriyê rû daye de hemêz kir. Lê dijminên mirovahiyê hewl dan û hîna hewl didin biratiya gelan têk bibin. "

Hesen destnîşan kir ku şêniyên Efrînê li gel dorpêça ku çeteyan li bajarokên Nibul û El-Zehraa ferz kiribûn, alîkariya şêniyên her du bajarokan kirin. Lê wan qenciya efrîniyan bi ne rindiyê ceza kirin, şêniyên wê revandin û birin girtîgehên Rejîma Sûriyê.

Nibul li bakurê rojavayê bajarê Helebê zêdetirî 2 salan ji hêla çeteyan ve hatibû dorpêçkirin di salên navbera 2012 û 2014`an de û Efrîn rêya tekane li pêşiya bajêr vekiribû.

Şêniyê bi navê Ednan Hemo behsa azarên şêniyên Efrînê dema ji warên xwe ber bi Şehbayê ve derketine li gel dorpêçê û kêmbûna pêdiviyên tenduristiyê û xwarinê kir û got: "Divê şêniyên Nibul û El-Zehraa desteka Efrînê ji wan re dema bajarê wan hatibû dorpêçkirin ji bîr nekin. Lê niha em berovajî wê ji wan dibînin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din