‘Divê sînorek ji kiryarên dagirkeriyê were dayîn’

Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Ciwanên Reqayê lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê û paşguhkirina xwestekên çalakiyên greva birçîbûnê  şermezar kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Ciwanên Reqayê der barê kiriyarên dewleta Tirk a dagirker û lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê, paşguhkirina xwestekên çalakvanên greva birçîbûnê daxuyaniyên cûda dan.

Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê Hevseroka meclisê Hela Hesen ve û daxuyaniya Meclisa Ciwanên Reqayê ji aliyê Rewa Îbrahîm ve hatin xwendin.

Di herdû daxuyaniyan de  lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê, bêdengiya navdewletî der barê kiriyarên dewleta Tirk a dagirker û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Her wiha banga rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serbestberdana girtiyên di zindanan de hat kirin.

Di dawiyê de soza piştgiriya têkoşînê hat dayîn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din