‘Divê welatên Îslamî li hember gefên Tirkiyê bisekinin’

Meleyê mizgefta El-Hec Sultan ê navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê, Heysem Xelîl bang li tevahiya dewletên Îslamî kir ku li dijî zulma dewleta Tirk  bisekinin.

Dewleta Tirk a dagirker gefa êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, roj bi roj asta wan gefan zêde dike û leşkerên xwe li ser sînor kom dike.

Girêdayî gefên Tirkiyê meleyê mizgefta El-Hec Sultan ê naveçya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê Heysem Xelîl ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew serî li hember gefên Tirkiyê natewînin û dê welatê xwe biparêzin.

Di destpêka hevdîtinê de Xelîl diyar kir ku di van demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina herêmê hêzên xwe li ser sînorên xwe yên bi herêmê re kom dike  û wiha domand: "Em ne dijminên ti kesî ne û em ne li dijî tu kesî ne. Gelo di pirtûkên pîroz de rêgezek ku cîran mafê cîranê xwe binpê bike, erdê wî talan bike, bikuje yan jî xwîna wî birjîne heye? Tirkiye dibêje ew dewleteke Îslamî ye û mafê muslimanan diparêze."

Xelîl  tekez kir ku komkirina Tirkiyê ya hêzên xwe li ser sînor û gefên wê ji bo dagirkirina herêmê tirs û xofê di dilên wan de naçîne û wiha pê de çû: “Lê belê dê baweriya me bi doz û axa wan zêde bike. Em ji wan re dibêjin em ne şerxwaz in. Lê bila dewleta Tirk bizanibe ku em ne tirsonekin û em teslîm nabin. Parastina axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan mafê me yê rewa ye. Ew zalim in û em mezlûm in. Ji ber ku ew êrîşî me dikin û em êrîşî wan nakin."

Di dawiyê de Xelîl bang li cîhanê û tevahiya dewletên Îslamî yên ku Îslamê îdia dikin kir ku li hember zulmê bisekinin, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî gelê ewle û axa ewle dike.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din