`Divê Êzidî li dijî planên li ser Şengalê têkoşîna xwe xurtir bikin`

Hevserokê Mala Êzidiyan û endamê Meclisa Mala Êzidiyan bang li êzidiyan kirin ku xwe ji bo her êrişekê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li ser Şengalê amade bikin.

Piştî serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hûlûsî Akar ji Bexda û Hewlêrê re di 18-19`ê Çileyê de, serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 22`yê Çileyê de gefa êrişkirina Şengalê xwar û got: “Dibe ku ji di şevekê de em nişka ve bên.”

Hevserokê Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Farûq Tozo destnîşan kir ku dewleta Tirk ji gefa êrişêkirina Şengalê armanc dike, timayên xwe pêk bîne û vîna civaka êzidî têk bibe. Tozo wiha domand: “Dewleta Tirk baş dizane ku Şengal xwedî cihekî stratejîk e. Heke bi çiyayê Ebdulezîz û rêzeçiyayên Şenaglê ve hat girêdan, ne pêkane ku ev girîngî were paşguhkirin. Ji xwe ev plana dewleta Tirk e.”

Tozo diyar kir ku dewleta Tirk her tim civakên resen dike hedef. Ji ber wê civaka êzidî dike hedef. Nexasim piştî ku şêniyên Şengalê xwe bi rêxisitn kirin û rêveberiya xwe ya xweser ava kirin. Erdogan jî vê yekê qebûl nake û her tim plana derbekirina wê dike.

Tozo got, planên dewleta Tirk bi ser nakevin û dê çaranûsa wê mîna ya Garê be.

Dewleta Tirk a dagirker di 10'ê Sibatê de êrişên dagirkirinê bire ser herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê. Piştî 4 rojan ji êrişên artêşa Tirk a ku derbarên giran ji aliyê gerîlayên HPG'ê xwar, ji herêmê vekişiya.

Tozo bang li civaka êzidî kir ku li hemberî plan û gefên dewleta Tirk têkoşênê xurt bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Şêniyên Şengalê sûcên Erdoganê dagirker û artêşa wî qebûl nakin ku hewl dide komkujiyan ne tenê li dijî mirovahiyê lê belê li dijî çand, dîrok û koka gelan pêk bînin. Niha berxwedan daxwaza esas e.”

Tozo di dawiyê de bang li şêniyên Şengalê kir ku amade bin û bila baş bizanibin madem gelê wê xwe  li hemberî planên dijminan bi rêxistin dike, kesek nikare Şengalê dagir bike.

'PLANÊN DEWLETA TİRK ÊDÎ EŞKERE NE'

Ji aliyê xwe ve endamê Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê û endamê Meclisa Mala Êzidiyan Silêman Hemo bal kişand ser hewldanên Erdogan û planên wî yên dagirkirinê û got: “Êdî em tê gihiştine siyaseta Erdogan û navaroka gefên wî yên domdar ên li dijî Şengalê.”

Hemo da zanîn ku dewleta Tirk ji êriş û planên li dijî Şengalê armanc dike, axa Kurdistanê parçekirî bimîne û bi alîkariya hikumeta Başûrê Kurdistanê demografiya Şengalê wek herêmeke kurdî resen, biguhere.

Hemo wiha pê de çû: “Tê zanîn ku împeratoya osmanî zêdetirî 50 komkujî li dijî civaka êzidî pêk anîn û hîna pêk tîne. Komkujiya ku DAIŞ`ê 2014`an li Şengalê pêk anîbû bi hevkariya dewleta Tirk bû.”

Hemo diyar kir ku pêwîste şêniyên Şengalê rêxistinkirina xwe xurt bikin û bi rêya yekitiyê û nîşandana helwesteke cidî hewl bidin planên dewleta Tirk ên li dijî kurdan têk bibin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din