`Dixwazin bi rêya tecrîdê rewşa li Rojhilata Navîn aloz bihêlin`

Endamên PYD’ê û kesayetên ku bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştine gotin, hêzên hegemonîk dixwazin rewşa li Rojhilata Navîn aloz bihêlin ji ber wê tecrîda li rêber Abdullah Ocalan girantir dikin.

Dewleta Tirk, ji dema dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan ve di 15`ê Sibata 1999`an de bi komployeke navneteweyî bi tevlêbûna DYA, Îsraîlê, piraniya delwetên Yekitiya Ewropayê (YE) û welatên Afrîkayê, tecrîdeke giran lê ferz dike.

Li girtîgeha Îmraliyê, dewleta Tirk hevdîtinên parêzeran û malbatan li rêber Abdullah Ocalan qedexe dike.

Ruxmî çalakiyên cihêreng ji bo rakirina tecrîdê, lê dewleta Tirk li gel razîbûna navneteweyî, tecrîdê didomîne.

Şêniyê bi navê Ehmed Ebdo yê ku di salên notî de bi rêber Abdullah Ocalan rûniştiye dibêje, hêzên hegemonîk her tim şerê kesayetên ku ji bo azadiya civakên xwe têdikoşin, dikin û wiha domand: “Serok Abdullah Ocalan, mirovek ne normal e. Ji destpêkê ve ji bo gelê xwe û ji bo tevahiya mirovahiyê kar dike.”

`BI ARMANCA ŞIKANDINA NÊZKITIYA DI NAVBERA ALIYÊN KURD DE, TECRÎDÊ GIRAN DIKE`

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îlham Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya girankirina tecrîdê hewl dide vîna Kurdan bişkîne û wan parçe bike û got: “Rast e serok ji aliyê bedenî ve dîl girtiye lê nikare rê li pêşiya belavbûna fikrê wî bigire.”

Îlham domand û got: “Ew naxwazin projeya neteweya demokratîk pêk were, ji ber wê tecrîdê giran dikin.”

Endamê PYD`ê Ridwan Şemo jî piştrast kir ku dewleta Tirk ji ferzkirina tecrîdê armanc dike, rewşa li Rojhilata Navîn aloz bimîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din