`Dixwazin di navbera gel û QSD’ê de fitneyê derbixin’

Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk a Şedadê Mihêdî El-Dexîm got: "Armanc ji hedefgirtina kesayetên sembol ew e ku fitneyê di navbera eşîran û QSD’ê de derbixin. Dixwazin bidin nîşandan ku QSD nikare herêmê biparêz e.”

Ajandeyên derve yên ku dewleta Tirk a dagirker wan fînanse dike û ajandeyên din ên herêmî hewl didin ku li herêmê fitneyê belav bikin. Lewra bi awayekî sîstematîk kesayetên sembol  ên eşîran ku banga hevgirtinê, jiyana hevbeş û biratiya gelan li herêmê dikirin, hedef digirin.

Di demên dawî de ji bo têkbirina hevgirtina civakî, hinek  rûspiyên êlên Ereb ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin qetilkirin.

Herî dawî, şêxê êla El-Igêdat Metşer El-Hefel di 2`yê Tebaxê de hatibû hedefgirtin. Xuya ye ku ev bûyerên qetilkirinê piştî pêşwaziya êlên herêmê ji pêngavên QSD`ê yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin, pêk hatin. Eşîrên herêmê tekez dikin ku ew ji bilî QSD`ê tu hêzan qebûl nakin û banga derxistina artêşa Tirk a dagirker dikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk bi armanca ewlekirina herêmê û tunekirina şaneyên DAIŞ`ê dest bi pêngavên leşkerî yên li gundewarê Dêrazorê kir. Ji bûyerên qetilkirinê û diziyê diyar bû ku ev şane careke din çalak bûne.

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE QSD`Ê WEKÎ BÊÇARE NÎŞAN BIDE’

Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk a Şedadê Mihêdî El-Dexîm ji ANHA`yê re diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê bi awayekî zelal şaneyên DAIŞ`ê fînanse dike û bi wê yekê dixwaze aramî û ewlehiya herêmê û jiyana aşîtyane ya pêkhateyên herêmê, têk bibe.

El-Dexîm destnîşan kir ku destê artêşa Tirk a dagirker di bûyerên ku li herêmê rû didin de heye û wiha pêde çû: “Armanca wê jî ew e ku QSD`ê weke hêzeke bêçare nîşan bide. Nexasim piştî ku QSD`ê gelek pêngavên leşkerî li bajarokên Şehîl, Ebû Hemam, Basîra, Zîban û gelek bajarokê din rêve birin.”

Gelek şaneyên veşartî yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, hêzên hikumeta Sûriyê û Îranê li herêmê çalak in û hewl didin ku ajandeyên piştevanên xwe pêk bînin da ku tevliheviyê çêbikin.

El-Dexîm di vê der barê de îşaret pê kir ku ev şane li gorî ajandeyan kar dikin û kesayetên sembol qetil dikin. El- Dexîm got: “Herî dawî jî şêxê qebîleya El-Igêdat şêx Metşer El-Hefel û şêx Îbrahîm El-Hefel, hatin hedefgirtin.

QSD’ê di şoreşê de gelek destkeftî bidest xist, hemû pêkhate li dora QSD’ê kom bûn. Ji bo parastina şêniyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê gelek hevpeyman bi dewletên mezin re îmze kir. Aliyên ku piştgiriya terorê dikin ji van pêngavan ditirsin.

Armanca din jî şikandina vîna gelên herêmê û derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyan de ye. Lewra kesayetên eşîran dikin hedef da ku şêniyan li dijî fikrê netewa demokratîk û biratiya gelan sor bikin.”

Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk a Şedadê Mihêdî El-Dexîm di dawiyê de bang li hemû beşê civakê kir ku ji komployên artêşa Tirk a dagirker hişyar bin.

Di Adara 2018`an de endamê Meclisa Sivîl a Reqayê Umer Elûş, di Kanûna 2018`an de hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Merwan Fitêh, di 2`yê Mijdara 2018`an de şêxê mezintirîn eşîrên Reqayê eşîra Evadîla şêx Beşîr Feysel El-Hiwêdî, di 31`ê Tîrmehê de serokê Komîteya êla Bagîr a Meclisa Qebîleyê û berdevkê qebîleya El-Igêdat a Dêrazorê Silêman El-Qesar hatin kuştin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk piştî bûyerên qetilkirina şêx û rûspiyên êlan dest bi pêngaveke berfireh kirin. Di encamê de gelek şaneyên terorît girtin. Ev pêngav hîna jî berdewam in.

(şx)

ANHA


Mijarên Din