‘Dixwazin modela jinan a DAIŞ’ê çêkin’

Jinan destnîşan kir ku ji qetilkirina Seida Feysel El-Hermas ve Hind Letîf El-Xidêr armanca wan avakirina modelaj inan a DAIŞ’ê ye û diyar kir ku serî natewînin  û dê têkoşîna xwe bidomînin heta ku ji tevahiya jinên cîhanê re dibin model.

Li başûrê kantona Hesekê, hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr di 22'yê Çileyê de ji hêla kesên nenas ve hatin revandin û bi hovane hatin qetilkirin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/25/203429_semsxan-gulo.jpg

Endama meclisa Qamişloyê Şemsîxan Gulo îşaret pê kir ku di salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê (21.01.2014) û Komara Kurdistanê ya Mehabadê (22.01.1946) de her du jin hatine qetilkirin û got: “Hemû êriş di rojên plankirî û dîrokî de pêk tên. Jinên Ereb, Kurd û Suryan di hemû xebatan de xwe îspat kir. Jinên ku li gorî zîhniyeta dewletê tev nagerin, rastî tundî, destavêtin û komkujiyan tên. Kuştina Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr, mînakeke berbiçav a vê yekê ye.”

 ‘TÊKÇÛNA DEWLETA TIRK A FAŞÎST NÎŞAN DIDE’

Şemsîxan Gulo bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker di 23'yê Çileyê de navçeya Til Rifet a Şehbayê topbaran kir, jinek û 2 zarok hatin qetilkirin 6 sivîl birîndar bûn ku ev yek jî îspata têkçûna dewleta Tirk e. Gulo diyar kir ku her roj êriş li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibin û got: “Çeteyên terorîst, ji ber ku nekarîn projeya rêveberiya xweser têk bibin û hemû gel ji bo aştî û aramiyê di bin yek banî de dijîn, 2 hevalên me yên jin ên Ereb ên ku bi rengekî hovane serê wan jê kirin û qetil kirin.”

Gulo bal kişand ser rola pêşengiyê ya jinan a di şoreşa Rojava de û wiha dewam kir: “Wek jin, divê em di têkoşîna xwe ya li dijî dijmin de israr bikin û tu carî serî netewînin. Dixwazin tevger, vîn û hişê jinan tune bikin. Dixwazin modela jinan a DAIŞ’ê biafirînin. Em jin in, vîna me heye. Em dikarin der heqê xwe de biryaran bidin. Me ji bo azadiya jinan bi sed hezaran şehîd dan. Bila dijmin nebêje em dikarin tevgera jinan tune bikin.”

 ‘JINÊN KU DIXWAZIN BIBIN XWEDÎ ÎRADE, DIVÊ BIBIN YEK’

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/25/203501_rma-el-hisn.jpg

Endama meclisa Qamişloyê Rîma El-Hisên qetilkirna her du jinan şermezar kir û got: “Jin bingeha civakê ne. Armanc ew e ku jinên pêşeng bitirsînin. Jinên ku Rêveberiya Xweser qebûl kiriye, tên tehdîtkirin da ku beşdarî xebatan nebin."

Rîma El-Hisên bang li tevahiya jinên cîhanê kir ku heke dixwazin bibin xwedî îrade, divê bibin yek.

‘BERDEWAMA QETLÎAMA LI DIJÎ HEVRÎN XELEF E’

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/25/203340_gulistan-el.jpg

Têkildarî mijarê berdevka Kongreya Star a Qamişloyê Gulistan Elî got: "Dijmin piştgiriyê didin DAIŞ'ê û dixwazin wê dîsa xurt bikin û dixwazin siyaseta xwe ya qirêjî bidomînin. Wekî din, qetilkirina 2 hevalên me yên jin berdewama qetilkirina Hevrîn Xelef e. DAIŞ’ê çawa jin ser jê kirin û avêtin kolanan, komkujiya ku îro tê kirin jî, heman e. Bi vî rengî, tê xwestin ku jinan bitirsînin. Dijmin jinên sivîl dike armanc ku naxwaza pêşengiya jinan qebûl bike. Hedefgirtina jinên  di nava siyaset û saziyan de, hedefgirtina Rêveberiya Xweser e.”

‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’

Gulistan diyar kir ku dê bi israr têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivî: “Jin êdî hişyar in. Ew ji bo azadiyê tê dikoşin. Dibêjin ku ew bi şîdet û qetlîaman dê jinan bitirsînin, lê berevajî vê, biryar, hêrs û hewldanên me yên ji bo têkoşîna azadiya jinan xurttir dibe.”

Berdevka Kongreya Star a Qamişloyê Gulistan Elî diyar kir ku YPJ bi têkoşîna xwe ji cîhanê re bûye mînak û wiha lê zêde kir: “Em wek siyasetmedarên ku cihê xwe di nava rêxistinên sivîl de digirin, em soz didin ku li ber tundî û komkujiyên li ser jinan serî netewînin û ji jinên cîhanê re bibin mînak.”


Mijarên Din