‘Diyaloga rast û itîrafa destûrî ya bi hemû pêkhateyan bingeha çareseriyê ye‘

Siyasetmedar Mehmûd Osman got, diyaloga rastîn a di navbera tevahiya aliyên Sûriyê de bingeha her tevgerekê ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ye. Osman bal kişand ku divê destûra Sûriyê ji bingehê misogerkirina mafê hemû pêkhateyan were guhertin.

Siyasetmedar Mehmûd Osman girêdayî çareserkirina siyasî ji bo aloziya Sûriyê ji ajansa me re axivî. Osman û got, divê civaka navdewletî li gorî nexşerêya rasteqîn tevbigere û tu aliyên Sûrî di mûzakeriyên çareserkirina aloziyê de paşguh neke.

Osman wiha domand: "Hindek dewlet hene mîna Tirkiyê divê sînorek jê re were dayîn û were muhesebekirin. Mudexeleyên wê yên neyînî rawestgeha sereke ya komên tundrew ên hundirê Sûriyê ne, Tirkiyê bêmaf dijminahiya gelê Kurd dike."

Di dirêjahiya 8 salên aloziya Sûriyê de gelek hewldanên şermok ji bo çareserkirina aloziyê hebûn û hinek ji wan hewldanan bi şeklî wesifandin. Ji Cinêvê heya civînên Moskova, Qahîre, Riyad û herî dawî Astana û Sochi tu çareserî pêk anî û nebû hêviya gelê Sûriyê.

Çavdêrên siyasî sedemên têkçûna civînan vedigerînin necidîbûna aliyên navdewletî û herêmî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê. Her aliyek hewl dide berjewendiyên xwe li Sûriyê li ser hesabê gelê Sûriyê pêk bîne.

Osman da zanîn ku gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyê mafên wan ên xwezayî hene, welat ji bû hemûyan e û kesek ji welat bilindtir tune ye. Osman anî ziman ku paşguhkirina her pêkhateyekê dê nakokiyek din li hember çareseriya aloziyê derbixe.

Girêdayî hewldanên danîna destûrek nû ji Sûriyê re Osman got: "Destûr, mafan misoger dike. Ji mafê her welatiyekî ye ku li welatê xwe bi rumet bijî û di qanûnê de hemû welatî wekî hevin. Lew ra divê destûra Sûriyê li gorî vê yekê were guhertin, mafê hemû pêkhateyan misoger bike da ku bighêjin çareseriyê."

Osman di berdewama hevpeyvînê de diyar kir ku pergala navendîbûnê pergalek binketî ye, adaletê di navbera pêkhateyan de pêk nayne û wiha pêde çû: " Ji mafê gelê Kurd e ku xwe bi rêve bibe, heger bixwaze bi rêbaza federal an jî xweserî yanî wekî din bijî ev biryar li wê vedigere."

Osman wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Divê civaka navdewletî nexşeriyek rastîn bi tevlibûna tevahiya aliyên Sûriyê yên sereke xêz bike da ku bighêje çareseriya aloziyê."

Li bajarê Kobanê komxebata sêyemîn a diyaloga Sûrî-Sûrî ku MSD`ê organize dike li dar ket. MSD`ê bi armanca veguhestina nêrînan û derketina bi nêrînekê ji bo çareseriya aloziyê Sûriyê bi tevlibûna tevahiya pêkhateyên Sûriyê komxebatan organize dike.

 (şx)
ANHA


Mijarên Din